Cîhan

Obama çû Afganistan lê Karzai nedît

Serokê Amerîka Barak Obama çû Afganistanê, belê serdana serokê vî welatî nekir. Hate ragihandin ku bi telefonê li gel hev axavtine.

Serokê Amerîka di vê serdana xwe de çû nav leşkerên Amerîka yên ku li Afganistanê şerekî dijwar bi Elqayide û bizava Taliban re dikin. Serokê Amerîka doh êvarê gihajt Afganistan û ev cara duyeme ku Obama serdana vî welatî dike.

Serokê Amerîka sê demjimaran li bingeha Bagram a leşkerî ma û berpirsên koşka sipî dibêjin, ku Obama ji ber rewşa nexweşa hewayê neçûye Kabûl. Serokê Afganistanê Hamid Karzay li paytextê Afganistanê bajarê Kabûl e û Bagram jî gelekî dûrî Kabûl e!

Weha jî dihê gotin, ku serokê Amerîka û serokê Afganistanê bi videyo hevdu dîtine û bi hevdu re peyivî ne!

Back to top button