Civak

Li Tirkiye û Bakur kurd hejarin

Dezgehê şêwirmendî û lêkolînê KONDA, li ser kurdan li Bakur û Tirkiye lêkolînek çêkir. Hewrweha KONDA di lêkolîna xwe de li ser rewşa Tirkiye  bi giştî sekinî û hêjmara xelkên li Tirkiye dijîn  li gora neteweyên wan da kifşkirin. Ev lêkolîn di bingehê xwe de çikas raste yan ji hinekî ji rastiyê dûre mirov nizane. Lê di van salên dawî de, di vî warî de lêkolîna ku herî girîng e hatiye pêkanîn.

Hinek ji encamên lêkolîna KONDA bi vî awayiye: Ji hijmara insanên li Tirkiye dijîn, ji sedî 73.6 Tirkin ev jî dibe 53 milyon û 377 hezar kes. ji sedî 18.3 kurdin ev jî dibe 13 milyon û 261 hezar. ji sedî 8.2 jî kemneteweyên dinin ev jî dibe 5 milyon û 915 hezar.

Herweha li gora encama vê lêkolînê, ji kurdan ji % 12.17 kurmanc û ji % 1.4 jî zaza nin.

Rewşa hejariyê ji bi vî awayî hatiye encamdan: Ji % 23-ê ji kurdan û % 4 ji tirkan li ser xeta birçîbûnêne. Ji % 53-ê ji kurdan li ser xeta hejariyê jiyana xwe berdewam dikin.

Back to top button