Civak

Heyeta PDK-Îranê Li Amedê Serdana PAKê Kir

Heyeteke PDK-Îrane ku ji Berpirse Başûrê Kurdistanê yê PDK-Îranê Mihemed Salih Qadirî û berpirsê Peyendîyên Derve yê PDK-Îranê Ferhad Mîrozade pêk hatî, roja 08.06.2019an li Amedê serdeana PAKê kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yên PAKê Sait Aydoğmuş û Kasim Ergün, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan, Mustafa Kalhan, Vahit Aba, li Teşkîlata Amedê ya PAKê pêşewazîya heyeta PDK-Îranê kirin.

Di hevdiyina heyetên PDK-Îranê û PAKê de, di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, xebatên PDK-îranê, xebatên PAKê û doza daxistinê ya di derbarê PAKê de herdu alîyan agahdarî dan hev, bîr û rayên xwe anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PDK-Îran û heyeta PAKê di atmosfereke germ û dostane de derbas bû.08.06.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button