Heyeta PAKê seredana Sûr a Amedê kir

Heyetek ji rêveber ,endam û dostên PAKê pêk hatî roja 11.12.2015ê li Amedê seredana navçeya Sûrê ya ku derketina kolanan hatî qedexekirin kirin.Heyeta PAKê bi serokatîya Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur ji rêveber û endamên PAKê pêk hat.Heyeta PAKê li nav kolanên Sûrê yên şer têde qewimîn , xendek hatîn kolandin de gerîyan û lêkolîn kirin. Di encama van lêkolînan da derket holê ku li van taxan gelek tehrîbatên mezin çêbûne , xanî hatine weran kirin , gelek der tuşî êrîşên bombe û çekên giran hatine. Herwiha hat dîtin ku gelek kes jî malên xwe bar dikin.Heyet seredana mizgefta Kûrşûnlûya dîrokî ya ku hatî şewitandin jî kir. Mizgeft bi gulle baranê hatibû weran kirin.Wek ku tê zanîn li navçeya Amedê ya Sûrê 9 rojan derketina kolanan hatibû qedexekirin. Dewleta tirk navçe standibû ablûkayê û xendek têde hatibûn kolandin. Qedexe çend saet din piştî hatî rakirin careke din hat îlan kirin.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerîna min :