Heyeta kurdî neçûye İsrayîlê
Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê ew nûçe red kir ku, heyeteke hikûmeta Kurdistanê serdana İsrayîlê kiriye û peyman pê re imza kiriye.
Di mediyayê de nûçeyek hatiye weşandin ku, şandeyeke hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Kosret Resûl cîgirê serokê Kurdistanê digel wezîrê zîraetê hê hikûmeta Kurdistanê serdana İsrayîlê kirine û di warê ziraetê de çend kontirakt bi aliyên îsraîylî re îmzakirine.
Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmetê ji Xendanê re got ku, nûçeya serdana şandeyeke herêma Kurdistanê bo İsrayîlî tu esil û esasê jê re nîne û ji rastiyê dûr e.
Dizeyî got ku, peywendiyên derve girêdayî hikûmeta İraqê ne û hikûmeta İraqê jî bi resmî tu tê keliyî digel İsrayîlî nînin û çênabe herêma Kurdistanê jî têkelî digeê İsrayîlê hebin.