Nivîsar

Serokê Kurd Mesûd Barzanî li Moskova ye!

 

Her gavek pêşveçûna Kurdistana Başûr, her pêwendîyek dîplomatîk, serdana fermî ya dewletekê û peymanek aborî û sîyasî ji alî Hukumet û Serokê Herêma Kurdistan Birêz Mesûd Berzanî ku bi wan dewletan re îmze dike, her Kurdekî li ser rûyê cîhanê şad û kelecanî dike.

Sebeba vê dilxweşîyê ev e; ku gelê Kurd demek dûvdirêj ji alî serwerên herêmê û yên cîhanê mahkûmî perçekirin, înkar û tunekirinê hatin kirin. 

Berî avabûna Hukumeta herêma Kurdistan, netewaya Kurd û welatê wî Kurdistan, êdî di tu sazîyên navnetewî, di pirtûk û atlasên civatî û erdnîgarî yê dewletekê de cîh nedigirt. 

Neteweyek bi mîlyonan û ji hezar salan de li ser xaka welatê xwe dijîya, ji alî mirovahîyê ve di paş perdeyek ji mija sîyasî hatibû wendakirin û ji însafa mêtinkarên zalim re hatibû terkkirin!

Dewletên mêtinkar yên serdest, bi kêfa xwe gelê Kurd dikuşt, dardadikir, dixist zîndanan û lê îşkence dikir, wî koçber û nefî dikir û dest datanî ser mal, milk, pez, dewar û namûsa wî; li vî gelî bombe dibarand, bi gazên kîmya û di çolên qûmê de kom bi kom, bir bi bir dihat fetisandin. Em dev ji li hember derketina dewlet û sazîyek cîhanê berdin, hemû sazî û dewletên cîhanê bi hemû hêza xwe alîkarîya wan zalimên mêtinkar dikirin.

Rûsya, îro pêşwazîya Serokê Kurd Mesûd Berzanî dike û tevlî hemû kiryarên Rûsya, vêya ji hestên kûr ve kêfa me tîne!

Mesûd Barzanî, ji rayedarên Rûs sipasîya xwe dike, ji bo `demek ku gava derîyê hemû dunyayê li Kurdan girtîbû, çima ku Sovyetê Serokê Kurd Mistefa Berzanî û pêşmergeyên wî li welatê xwe kiribû mêvan!` 

Ez nizanim bê Rûs çiqas vê sipasîyê heq dikin: belkî ev pêwîstîyek dîplomatîk be jî.

Her çend Rûsan di seranserê dîrokê de, ji bo berjewendîyên xwe, xwestine Kurdan bi kar bînin jî lê tu carî bi rastî dostayî û alîkarîya Kurdan nekirîye. Her çend gelek caran Kurdan ji dil doza dostanî û hevkarîya Rûsan kiribe jî: Ji Şêx Ubeydullah bigire, heta Şêx Mahmûd, Xoybûn (Îhsan Nûrî), Elîşêr, Simko, Qazî Mûhemed û heta Mistefa Berzanî vêya xwestine…

Ermenîyên ku xwestine alîkarîya Xoybûnê bikin, avêtine girtîgehan. 

Qazî Muhamet teşwîqî serhildanê kirine, ew û hevalên partîya wî ji dardakirinê re terk kirine. 

Mustefa Berzanî, ji bo nekeve destê neyarê xwe, bi leşkerê sê dewletan re şer dike û xwe davê dexlê Sovyetê! Lê ji bo ku têkeve Sovyetê jî mecbûr dibe ku bi leşkerên Sovyetê re jî şer bike. Li wir jî Sovyet Berzanî û pêşmergeyên wî ji hev diqetîne û wan ji hev belav dike û mûamela hêsîran bi wan re dike.

Kurdên Laçînê yên `Kurdistana Sor` nêvî di şertê hêsîrtî de li komarên kafkasya belav dike, yên mayî jî dixin bin destê Ermenî û Azerîyan. Ku her du rêvebirî jî sîyaseta asîmîlasyon û tunekirinê li ser Kurdan dimeşînin û vêya hîn jî berdewam e.

Bi dewletên mêtinkar û dîktatorîyên leşkerî û malbatî yên Iraq û Sûrî re her şêwe dostanî, alîkarî û piştgirî dikin, lê zordarîya van dewletan ya li ser Kurdan, mîna dewletên Rojava nabînin û wan aciz nake.

Helbet gava em helwesta Rûsan ya li hember gelê Kurd di bîr tînin, nayê wateya ku dewletên emperyal yên din û hevalbendên wan xerabtir nekirine.

Vêya bi me dide têgehîştin ku heta îro, rejîmên dewletan bi çi şêweyî be, her dewlet li gorî berjewendîyên xwe tevdigerin.

Tevlî ku gelê Kurd ji sedî heyştê musluman e jî rêxistin û dewletên musluman jî dilê wan bi Kurdan neêşîyaye.

Ya girîng û cîyê kêfxweşîyê ev e ku ji bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistan derîyekî ku li cîhana ku ne dixwest me bibîne vebûye. 

Heta niha xwedîyekî Kurdan tunebû ku li hemberî qetla Kurdan derkeve yan Kurd birevin xwe li wir ji mirinê rizgar bikin. 

Îro Hukumet û Serokekî Kurd heye ku li ser navê Kurdan dîplomasî dike û derdê Kurdan ji herkesî re dibêje û doza mafê wan bike.

Êdî mêtinkar û hemû dijminên gelê Kurd, nikarin di qada navnetewî de tekoşîn û doza gelê Kurd wek tevgera terorîstî bi nav bikin, mahkûm bikin û qetla Kurdan meşrû bibînin.

Êdî serokekî Kurd mîna Mesûd Berzanî heye ku dibêje; “Kurd miletek e û divê bigehê mafê xwe yê çarenûsî!”

22-02-2013

Xidir Ûso

(Platforma Netewî)

 

Back to top button