Civak

Hewramî: Demana saxlemiyê yek ji mafên karmendan e

 
   
       
Tahir Hewramî wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Di destpêka sala nû de, bi aramnca berbipêşvebirina sîstema saxlemiyê li Kurdistanê, dê konferenseke mezin saz bikin.

Hewramî got ku yek ji mijarên serke yên konfernesê gotûbêjkirina garantiya saxlemiya karmendên herêma Kurdistanê ye û dê konferens biryara dabînkirina demana saxlemiya karmendan li herêma Kurdistanê bide.
Wezîrê saxlemiyê got: Garantiya saxlemiyê yek ji mafên karmendan e û pêwîste zêdetir giringî bi rewşa saxlemiya hevwelatiyan bê dayîn.

Tê çaverêkirin ku di destpêka meha şiwatê konferenseke 3 rojî tyabet bi baştirkirina sîstema saxlemiyê li Hewlêrê dest pê bike. Gelek şareza û pisporên warên saxlemiyê ji Berîtaniya, Swêd, Amerîka, Urdin, Îran, Fransa û Tirkiye û gelek welatên din di konferensê de beşdar bin.

Back to top button