LKD: Astengkirina zimanê dayikê derveyî demê ye
Li Diyarbekirê, Desteya Rêveberiya Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD), ji ber fikarên ewlehî yên Tirkiyeyê, qedexekirina zimanê dayikê yê kurdan, wek “berhema zîhniyeta derveyî demê” nirxand.
sertacbucakLKDê, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser nîqaşên ku li Tirkiyeyê derbarî “duzimanî” de diqewimin.
Di daxuyaniyê de, daxuyaniya ku Artêşa Tirk derbarî mijarê de weşandiye tê rexnekirin û tê destnîşankirin ku, kurdî ji hêla milyonan kesan ve tê axaftin û wiha pêde diçe:
“Bikaranîna mafên meşrû yên gelê kurd ku ji dayikbûnê xwedî ne, ji ber fikarên ewlehiyê yên dewleta Tirkiyeyê astengkirin, berhema zîhniyeta derveyî demê ye. Ji ber vê Tirkiye, bûyereke bêmîsal û bêheval e.”
Di daxuyaniyê de, daxuyaniyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî wek “rojane” û “jihev dûr” tê nirxandin û tê gotin ku, “Divê, bo çareserkirina siyasî, peyvên bingehîn ên siyasî baş bêne analîzkirin.”
Nûçe: md
Wergêr: ym (AKnews)