Hewlêr paytexta tûrîzma erebî
Wezareta şûnwar û tûrîzmê a hikûmeta Îraqa federal di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan pêşniyar kiriye ku bajarê Hewlêrê weke paytexta tûrîzma erebî bê îlan kirin.
Berdefkê wezareta şûnwar û tûrîzmê a hikûmeta Îraqê got:
– Ji ber ku rêjeya tûrîstan bo bajarê Hewlêrê berdewam di zêdebûnê de ye, em pêşniyar dikin ku Hewlêr weke partexta tûrîzma erebî bê destnîşan kirin. Herwesa ji ber ku Hewlêrê bajarekê aram e, me daxaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku konferensa tûrîzma erebî li Hewlêrê saz bikin.
Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê yê hikûmeta Kurdistanê ji rojnameya War re got ku wezareta wan ji bona ku Kurdistanê hemûyê bikin cîyên tûrîstî dixebitin û got:
– Nuha em li ser masterpilana tûrîzma Kurdistanê kar dikin û piştî çend mehekên din dê ew pilan bê ragehandin. Lê tûrîst zêdetir serdana bajarê Hewlêrê dikin, ji ber ku xizmetên warê geştiyariyê li wir baştir in.
Ebdula got ku Duhok zêdetir devereke tûrîstî ye û gelek cîyên baş ji bo tûrîstan lê hene û “Çend pirojeyekên warê tûrîstê niha li Duhokê di warê cîbicîkirinê de, eger ew piroje, piorjeyê çiyayê Zawa û geliyê Duhokê, bidawî bên dê Duhok ji hemû bajarên din di warê tûrîzmê de pêşbikeve.