Ez bi navê dewletê doza lê borînê dikim.
Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan bi zimanek fermî behsa qetlîama Dersimê kir û hinek belgeyên dewletê ragihand. Û ji serokê CHP-ê ji Kiliçdaroglu xwest ku ji xelkê doza lêborînê bike.
Erdogan bi vê mebestê axavtinek kir û di axavtina xwe de got: Li Dersimê jin û zarok hatin qetil kirin. Wek devletê em dikarin doza lê borinê bikin tu asteng tuneye. Lê wê zihniyeta CHP-ê ev qetliam kiriye.Zihniyeta CHP-ê li ser hukum bû. Bangî serokê CHP-ê kir û got: Rabe wek mêra doza lê borînê ji xelkê bike. Ji ber ku tu li wê zihniyetê xwedî derdikevî.
Erdogan di axavtina xwe de got: Ez behsa hovitiya Dersimê dikim ey Kiliçdaroglu tu ji bo çi ji vê aciz dibî? Yek wek Seyid Riza hate darvekirin.
Erdogan behsa dema ku Seyid Riza darve hatî kirin kir û gotinên ku Seyid Riza li ber darvekirnê ve gotîn di belgeyên dewletê de xwendin.
Herweha Erdogan gelek belgeyên ku ji arşîva serokwezereta Tirkiye derxistîn xwendin û kiryarên dewletê eşkere kirin. Ev cara yekem e hinek belgeyên dewletê ji aliyê serokwezîrekî ve li himber raya giştî di civînekî de tê ragihandin.
Erdogan got ku di rastiyê de kesek nizane çikas jin, zarok, mêr hatine kuştin. Lê di belgeyên dewletê de û belgeye ku ji aliyê wezîrê navxwe yê wê demê hatî îmze kirin, 13.000 806 kes li Dersimê hatine kuştin.
Erdogan cardin Bangî serokê CHP-ê kir û got : Eger wek serokê CHP-ê wek yekî ji Dersimê tu bixwazî şerefa xwe biparêzî, kerem bike doza lê borînê bike.
Erdogan di vê derbarê de got :Eger bi nave dewletê ji bo bûyerên Dersimê, doza lê borînê pêwiste ez vê yekê dikim û bi nave dewletê doza lêborînê dikim.
Rojevakurd