Nivîsar

470 zarokên kurd ji alîyê dewleta tirk va hatin kuştin

Di 23.10.2011 an de li Zaningeha Essenê di çarçeveya şeşemîn Fuara Pirtukan de bi niviskarên kurd Rojîn Canan Akin û Funda Danişman va li ser pirtuka wan ya bi navê „Wekû Hûn Dizanin Usa Nîne“ suhpetek pêk hat.

Rojîn Canan Akin û Funda Danişman du rojnamewanên kurd yên jin in. Ew hardu ji di salên 1980 an de hatine dinyê û di 1990 an de zaroktîya xwe li Kurdîstanê derbas kirine. Ewana di sala 2009 ande destpêkirinê bi zarokên kurd kû di 1990 an de zaroktîya xwe li Kurdîstanê derbas kirine, bi wan va hevpeyvîna pêk bînin. Ango ewana xwastîye bi çavê zarokan ew şerê 30 salî binivîsin. Pirtuka wan ya bi navê „Bildiĝin Gibi Deĝil“ (Wekû Hûn Dizanin Usa Nîne)
Di hezîrana 2011 an de hat çapkirin.

Suhpet bi herdu niviskaran va bi moderatorîya rojnamewan Elmas Topçu va hat rêvabirin. Li ser pirsên Elmas Topçu her dû niviskaran li ser çîrok û armanca nivisandina pirtukê, naveroka çîrokên pirtukê û pirsgirekên şer û rê û olaxên dawî anîna vî şerî dîtînên xwe anîn ziman.

Di derheqa armanca nivisandina pirtukê de Rojîn Canan Akin got, “ di sala 2009 an de gava Hikumeta Tirk projeya “Vekirina Kurd” eşkere kir, di raya giştî de behsa empatî, ango behsa hevûdû famkirinê pir dihat gengeşî kirin. Me jî dixwast bi vê xebatê alîyek de bi çavê zarokan encamên şerê bînin ber çavan ji alîyek din va ji pirsgirêka kurd ji bo raya giştî ya Tirkîye bidin nasandin“. Ji ber kû biyarên kû li vir tên gotin xûya dikin kû bi rastî wekû em dizanin ne ûsa ye. Ez ji di nav şerê de mezin bûm, lê min nedizanî kû leşê însanan hatîye parçekirin û ûsa hatine kuştin, min nedizanî kû bi topên hawanan raste rast eriş birine li ser xanîyên sîvîlan“.

Li ser amadekirina pirtukê Funda Danişman got, „me bi 60 kesan va axaft û ji nave ew hevpeyvînan me 19 hevpeyvîn hilbijart û vê pirtukê de weşand. Malbatên kû ji ew şerê 30 salî zerar ditîye, me bi zarokên wan hevpeyvîn pêkanîn. Ew kes di dawîya salên heştî  û destpêka salên nodî de zarok bûn. Ew 35 – 40 salî ne, ewana bi çavê zarokêk va li ser encamê şerê zulm û zordarîya dewletê agahdarî dan“.

Li ser pirsa Elmas Topçu gelo pewendîya ew çîrokan û jiyana we ya taybetî heye? Funda Danişman got, „ ez heta 11 salîya xwe li Erzînganê jîyam, piştra em hatin Stenbolê. Em li vir behsa koçberîya bi zorê dikin. Kesî neavêt li ser mala me, lê bavê min hat tehdît kirin. Ango em dikarin bêjin kû ez ji bi zorê hatime koçberkirin, lê min qasî lehengên vê pirtukê eş nekişandîye“.

Di derheqa heman pirsê de Rojîn Canan Akin got, „ belê raste rast pêwendîya min û ew çîroka heye. Lewra min zaroktîya xwe li gundek Qozluxê de derbas kir. Birayek min yê mezin û apek min ji alîyê kujerên nenas va hatin kuştin. Yê kû cara ewilîn çu li ser mehîta birayê min ez bûm. Pişt ra ji em bo zorê hatin koçber kirin. Bi lehengên vê pirtukê va axaftin ji bo min hêsan bû, lê ji bo Funda pir zor bû. Lewra Funda rastîya şerê nedizanî bu, ewî tenê ji min guhdarî kiribû“. 

Li vir Funda Danişman ji çend hevpeyvînan va parçeyek xwend. Pişt ra hevpeyvînek bi almanî hat xwendin û bi niviskaran va axaftin domkir.

Li ser xweş kirina ew birînan, xweş kirina ew tramva Rojîn Canan Akin got, „ bi rastî tarmvayek heye. Însan behsa mirinê dikin, lê dikenin. Ji bo wana ew tişt normalin, edî ew hînê kuştin, şewitandin, erişbirinên leşkerî û koçberbûnê bûne. Ew tramva ye, nexweşî ye. Lê dîsa gava me pirs dikir gelo hûn dikarin efû bikin, piranîya wan erê gotin. Piranîya wan aştî dixwazin, lê daxwazên wan pir nizm in. Wek mînak dibêjin aştî hebe, mirovên me dikarin ji Maxmurê vegerin, em dikarin bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin, mirovên me yên girtigehê tên berdan. Bi rasti ez tênagihijim dive berdêla kuştina zêdetir 30 hezar kesan, xirabûna 4-5 hezar gundan, koçberbûna 4-5 mîlyon kurd ne ewqas erzan be. Ez bi bîr nakim û efû nakim. Ez ji ew aştîyê ji pir ecizim, ez aştîyek usa erzan naxwazim”.

Li ser heman babetê Funda Danişman got, “ ji bo xweşkirina ew eşan, ew tramvayê dibê berê şer were rawestandin, berê aştî hebe. Her derê dinyayê de piştî şerê li ser encamên şerê lêkolîn tên kirin û navendên sihatî tên ava kirin kû ew tramva were xweşkirinê. Lê mixabin li Tirkîye hin ji dengê şerxwazan bilind e. Em dixwazin dengê aştîxwazan bilind be, me ew pirtuk ji bo vê armancê nivisî. Ez matmayî mam kû tevî hemû serpêhatîyen hov dîsa ji gelê kurd aştî dixwaze.”

Ji bo planên xwe yên dahatî Funda Danişman got, „ di ew 30 salên dawî de Dewleta Tirk 470 zarokên kurd kuştîye. Ez dixwazim qasî panzdeh çîrokên ew zarokan bikolînim û wek pirtukek biweşînim.” 

 

Seyîdxan Kurij – Essen

Back to top button