Polîtîk

Kurdên Surî lîga erebî re civiyan

Delegasyon a kurdên Sûrî li gel serokê lîga Erebî civiyan. Delegasyona kurdan ji Kamîran Haco, Hemîdê Hacî Derwêş, Dr.Sededîn Mela, Dr.Kamîran Hac Ebdo, Dr. WelîdŞêxo û Telalê Îbrahim Paşs pêk dihat.

Di rûniştinê de li ser Rewşa kurdan û zordestiya li wan hatî kirin axaftin bû û serokê lîga Erebî gelek pirs li ser vê yekê kirin. Lê delagasyona encûmena niştimanî ya kurd da xuyakirin ko êdî encûmena niştimanî ya kurd nûnerê miletê kurd e û bi hêvî ye ko çi civîneke ji bo rikberiya siyasî ya Sûrî li dar bikeve divê ko ew jî weke beşekî girîng ji rikberiya siyasiya Sûrî beşdar bibe.

Ji aliyê xwe ve serokê lîga Erebî tekez kir ko Encûmena Kurdî dê bê vexwandin û dê beşekî serek e be ji rikberiya siyasî.

Weke ko tê xuyakirin kongrekî fereh ji rikberiya siyasî Sûrî re tê amadekirin bi alîkariya lîga Erebî û dawiya heftiya bê mumkin e li dar bikeve.

Rojevakurd

Back to top button