Polîtîk

Qurbanî: Hevpeymanî deng nede pirojeyê Talebanî

Arif Qurbanî rêvebirê dezgeha Xendan ku dezgeheke mediyayê a ser bi Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ye,  di nivîseke xwe de daxazê ji parlamenterên kurd yên li Bexdayê dike ku dengî ji pirojeya Celal Talebanî ya li ser deverên veqetandî nedin.

Çend roj berê Celal Talebanî serokomarê Îraqê ji bo çareserkirina arîşeyên yekîneyên îdariyên deverên nakokbar ku, piştî sala 1968ê rijêma Bassê ji bo têkdana cografiya herêmê û û ji bo armacên siyasî destkarî kirbûn, pirpjeyek pêşkeşî parlamentoya Îraqê kiriye.

Qurbanî di nivîsa xwe ya binavê (Hevpeymanî deng nede pirojeyê Talebanî) ku di rojnameya Hawelatî de hatiye weşandin  dibêje ku bê şik piraniya xelkê Kurdistanê bi pirojeyê Talebanî kêfxweş in lê xelk hemû wê gazindê dikin ku divya bû Talebanî ji mêj ve ev kar bikraye.xelik kêfxweşin jiber ku xelik wesa hizir dike ku bi rêya vê pirojeyê dê Kerkûk vegere ser herêma Kurdistanê.

Qurbanî dinivîse:

– Ya ku di çend rojên çûyî de di mediyaya kurdî de hatiye behis kirin, vê pirojeyê wesa nîşan didin ku ew pirojeye destkeftiyek mezine  û pirosesa vgerandina deverên veqetandî bo ser herêma Kurdistanê lezgîntir dike. Lê min dîtineke cuda ji bo pirojeyê heye û dê hewil dim, weke wezîfeyeke ser milên xwe, wan metirsiyên di pirpjeyê de hene zelal û berçav bikim û daxazê ji lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî bikim ku dengî bi pirojeyê navborî nedin.
Min tu rexne beramber Talebanî nîne ku ew pirojeye pêşkeş kirî ji ber  ku wezîfeya wî a destûrî bû divê cîbicî bike. Lê ez ji Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî re pêşniyar dikim ku dengî bo pirojeyê nedin, ji ber ku li gor pirojeyê Talebanî dê kurd gelek zirarê bînin û dê beşek giring ji axa herêma Kurdistanê ji destê me here. 

Berpirsê dezgeha Xendan di nivîse xwe de  dinivîse ku armanc ji pirojeyê Talebanî ewe ku ew yekîneyên îdariyên li ser dema Partiya Bassê ji wîlayetên wan veqetandîn vegerîne bo rewşa berî sala 1968 ango beriya hatina bassiyan û dibêje:

– Li gor wî pirojeyî  Çemçemal,  Kelar û Kifrî ku nuha ser bi îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê ne dê vegerin bi ser Kerkûkê. Ango ev her  sê qezaye û bi dehan nahiye û bi sedan gund dê vegerin bi ser Kerkûkê û dikevin jêr desthilata Bexdayê.

Weke tê zanîn, beriya vê nivîsa Qurbanî jî, li ser pirojeya Talebanî gelek minaqeşe hatiye kirin. piranî dibêjin ku Talebanî dikarî di sala 2005ê de ev kar bikraye, ji ber ku li gor destûrê ji desthilata serokomar e.

Back to top button