Civak

Hevşaredarên Akdenîzê yên Partiya DEM’ê hatin girtin

Şaredarê Akdenîzê yê DEM’ê Hoşyar Sariyildiz di çarçoveya lêpirsîna terorê ya li Mêrsînê de hatibûn binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin, 4 endamên meclîsê hatin girtin. Endamê meclîsê bi şertê ‘kontrola edlî’ hat berdan.

Heşeredar û hinek endamên meclisa şeredariya Akdenîz a Mersînê, bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinê hatiye kirin’, ‘endamtiya rêxistinê’, ‘binpêkirina qanûna pêşîlêgirtina fînansekirina terorê’ û ‘binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanê ya bi hejmara 2911’an’ hatin binçavkirin. Hevşaredarên DEM’ê yên Şaredariya Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz, Wekîlê Şaredar Ozgur Çaglar û endamên meclîsa şaredariyê Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Yakup Daniş bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Back to top button