Polîtîk

Tu cara pirsa netewî ji bo wan nebûye armanc..!

Parlamenterê DEMê Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî serdana Fîgen Yuksekdagê hevseroka HDPê ya demekî got : Parçebûna welat, du ala, du ziman û mijarên bi vî rengî ti caran ji bo me ne di rojevê de ne

Heyeta Îmraliyê li Girtîgeja Kandirayê ya Kocaeliyê li ser daxwaza Ocalan serdana Fîgen Yuksekdag kir.

Piştî hevdîtinê Onder ji rojnemevana re got: Fîgen Yuksekdag piştevaniya xwe ji bo vê pêvajoyê diyarkir.

Bi gotina Sirri Sureyya Onder, niha li Tirkiyê hinek gotinên çewt di derbarê pêvajoyê de têne kirin ku yek ji wan ew e ku dibêjin, dê du ala hebin, an jî dê Tirkiye parçe bibe.

Onder da zanîn ku parçebûna Tirkiye, du ala, du zimanê û mijarên bi wî rengî ti caran nebûye rojeva wan.

Back to top button