Hevpeyvîna serokê hikûmetê bi rojnameya Los Angelesê ra

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de digel rojnameya Los Angelesê diyar kir ku yasaya petrol û gazê tenê ne ji bo Kurdistanê ye, belkî di berjewendiya bilind a Iraqê de ye û da zanîn ku siyaseta petrolê a Iraqê serkeftî nebûye û asta veberhênana petrolê jî gelek kêm e. Salih got: “Pêwîstiya me bi vebûna kerta petrolê heye û divê teknolojiyên nû, sermayeguzarî û şarezayiyên taybet bînin da ku asta hinardekirina petrolê baştir bibe.”

Serokê hikûmetê di hevpeyvîna xwe de balê dikşîne ser rewşa îro a Iraqê, astengiyên di pêşiya pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê û peywendiyên Hewlêrê digel Bexdayê.

Teksta hevpeyvînê wiha ye:

Pirs: Di heqê pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê de we di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku pêkneanîna hikûmetê şermezariye. Çima şermezarî ye?

Salih: Ya rast bêjim, belê şermezarî ye ku şeş meh di ser encamên hilbijrtinên parlamentoyê re derbas bibin lê tu hikûmetên me tunebin. Ev welat rûbrûyî êrîşên cidî yên terorîstî û kirîzên xizmetguzariyê hatiye. Di rewşên wiha de hikûmet ji ber van arîşeyan dirûxên û hikûmeteke nû tê meydanê. Ya ku niha diqewime şkesteke mezin e ji bo aliyên siyasî li hemberî dengderan ku sozên nehîştina terorê dabûn wan.

Pirs: Pêkneanîna hikûmeta Iraqê, ti bandorên nerênî li ser rewşa ewlekariyê û xizmetguzariyê ya Iraqê çê kiriye?

Salih: Bêguman vê rewşê bi awayekî negetîf bandor li ser reşwa ewlekariyê çê kiriye. Berdewambûna arîşe û şerê navbera siyasiyan jî valahiyekê ji bo şîdet û terorîstan çê dike, bo ku rewşa ewlekariyê bişêwînin. Eger arîşeyên siyasî çareser nebin rewşa ewlekariyê ya Iraqê asayî nabe.

Pirs: Eger rewş bi vî awayî bimîne û hikûmeta pêk neyê, bi ya te xelkê Iraqê dê neçar bibe ku nerazîbûnê nîşan bide?

Salih: Niha weke nerazîbûna li hemberî nebûna xizmetguzariyê çendîn xwepêşandan hatine kirin. Ez di wê baweriyê de me ku berdewambûna vê rewşê dê wiha bike ku aliyên siyasî baweriya xwe li cem xelkê bidorînin.

Pirs: Cudahiyek di navbera nêrîna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî dihat xuyakirin. Hinek gotegot hebûn ku qaşo Barzanî piştevaniya Elawî dike û Talebanî jî piştgiriyê dide serokwezîrê niha Nûrî Malikî bo ku careke din bibe serokwezîr. Ev yek rast e?

Salih: Helwesteke yekgirî û aşkere a kurdan heye ku em li gor çend prensîb û daxwaziyên destnîşankirî digel namzetên posta serokwezîriyê tev digerin. Ev prensîb cext li ser pêbendbûn bi destûr û prensîba şerîktiyê di rêvebirin, nehîştina dagirkirina desthilatê û çareserkirina arîşeyên sereke yên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê dike. Aliyê ku van prensîban qebûl bike û ji bo pêbendbûna wan, garantiyê bide dê ji aliyê fraksiyona kurdî ve bê piştgirîkirin.

Pirs: Gelo tu hêvî dikî ku pêkanîna hikûmeta nû alîkar be di çareserkirina van arîşeyan de?

Salih: Derfetek di ber destê me de heye ku arîşeyên siyasî yên Iraqê çareser bikin. Ev jî ji bo berjewendiyên hemû iraqiyan e, ne tenê ji bo kurdan e. Yasaya petrol û gazê ne tenê ji bo Kurdistanê ye, belkî di berjewendiya bilind a Iraqê de ye. Siyaseta petrolê a Iraqê serkeftî nîne. Asta berhemanîna gelek nizim e. Pêwîstiyeke me a mezin bi vebûna kerta petrolê heye û pêwîst e teknolojiyên nû, sermayeguzarî û şarezayiyên taybet bînin da ku asta hinardekirina petrolê baştir bikin.

Pirs: Bi ya te piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, hêzên Iraqê dê bikarin rewşê kontrol bikin?

Salih: Amerîkayê gelek tişt bexşîne Iraqê. Em ji bo alîkariya ku da Iraqê û ji zilm û zora Sedam rizgar kir spasiya Amerîkayê dikin. Em qurbaniyên artêşa Amerîkayê bilind dinirxînin. Niha jî berpirsyarî dikeve stuyê me. Iraq hêj jî di nava rewşeke aloz de ye û di qonaxeke giran re derabs dib. Ji bo avakirin û bicîhkirina sîstemeke demokratîk û federal pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya berdewam a Amerîkayê heye.”

Pirs: Gelo hêzên Iraqê dikarin rewşa ewlekarî û aramiyê biparêzin?

Salih: Guhertineke gelek baş di karîna hêzên Iraqê de çê bûye. Lê belê hêj jî karînên wan sînordar in li hemberî parastina sînoran û rûbrûbûna gefên herêmî. Me ji bo demeke dûr û dirêj pêwîstî bi alîkariya Amerîkayê heye.

Pirs: Tu ji bo kesê ku şensekê herî zêde heye bo ku bibe serokwezîr, çi dibêjî?

Salih: Niha sê namzetên sereke hene û ew jî Nûrî Malikî, Eyad Elawî û Adil Ebdulmehî ye.

Pirs: Artêşa Iraqê ji bilî Herêma Kurdistanê bi başî hatiye pirçekkirin. Tu tirseke te heye ku artêşa niştîmanî a Iraqê bi çekên giran, tê pirçekkirin?

Salih: Artêşa Iraqê divê artêşeke nişîmanî be û ji bo hemû iraqiyan be. Pêşmerge jî beşek e ji sîstema berevaniya niştîmanî û çendîn caran ji bo aramkirina rewşê li Bexda û hin navçeyên din hatiye bikaranîn. Niha di navbera me û her du hêzên Iraq û Amerîkayê de ji bo perwerdekirina û pirçekirina hêzên pêşmerge, lêktêgihiştinek heye. Ev yek jî pêşketineke baş e. Lê belê pêwîstiya me bi pêşketineke baştir heye û ev yek jî garantiya yekkirin û pêşxistina karînên ewlekariyê yên Iraqê.

Pirs: Tirsa te ji dahatûyê heye?

Salih: Me dilgiraniyeke rewa heye li ser vegerîna dîktatoriyet û zordariyê û ev dilgiranî jî peywendî tenê bi kurdan ve nîne. Beşeke zêde a iraqiyan ji wê yekê dilgiran in ku artêşa Iraqê wek amraza serkutkirinê bê bikaranîn. Her wek di raborî de jî çê bû. Pêwîst e li Iraqê rejîmeke tewafuqî (hevbeş) hikûm bike û ew rejîm jî pêwîst e li ser esasê sîstemeke federalî û demokratîk were avakirin.

Pirs: Dema ku hemwelatiyên kurd dibihîzin ku artêşa Iraqê bi çekên gran hatiye pirçekkirin, dibe ku ev yek wan dilgiran bike ku dîrok xwe careke din dubare bike. Hun ji bo vê yekê çi dibêjin?

Salih: Hemwelatiyên kurd dema ku dibihîzin artêşa Iraqê bi çekên giran hatiye pirçekirin, mafê wan e ku ji dubarbûna rabûriyê bitirsin û dilgiran bin. Pêwîst e artêşa Iraqê, artêşeke niştîmanî be û nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike. Em nikarin qebûl bikin ku kurd ji sîstema ewlekarî û artêşa Iraqê bên dûrxistin. Pêwîst e pirçekirin û perwerdekirin, hêzên kurdan jî weke beşek ji sîstema berevaniya niştîmanî a Iraqê bigire nav xwe.

 

Çavkanî: Dengê Azad

Nerîna min :