Hemû hevdîtinên serok Barzanî yên li roja 20/09/2010 (video)
Serokê Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê
Silavên xwedê li we bê
Ji bo 40 saliya damezrandina Yekîtiya we, germtirîn pîrozbahiyê li we û li rêya we jî li sercem zanayên ola pîroza îslam li tevahiya Kurdistanê dikim.
Zanayên olî li civaka Kurdistanê da herdem rolekî xwe yê netewî û bi bandor hebuye, bi taybetî li dem û rojên teng de û piştgiriyeke xûrt ji bo tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da kirine ku bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir ku yekem kes bû derzê bi girîngiya wê vekolîna bi bandor kir. Ji bo wê yekê her li piştî mohrkirina beyannameya 11 ê Adara dîrokî bi çend mehek bi pêwîstî zanî hemû zanayên olî li Kurdistanê da li wê yekîtiyê da kombike bo ku rola xwe ya dîrokî li warên perwerde û amojgarî û aştîvanî û handana gelê me li dakokîkirina mafên xwe de rabin.
Hêvîdarim li vê bîranîna dîrokî de, Yekîtiya Zanayên ola Îslamiya Kurdistan li ser wê rêbaza xwe berdewam bibê û herdem diruşma karkirina xwe ya parastina yekrêzî û pêkve jiyan û tebayiya gelê me û xizmetkirina bi ola îslam û gelê Kurdistanê û rawestana dijî bi diyardeya teror û piştgîrîkirinê bê, li ezmûna Herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û têkoşîna hemû pêkhatên gelê Kurdistane.
Silav ji bo ruhê damezrînerê Yekîtiya Zanayan û sercem şehîdên Kurdistan, bi taybetî şehîdên Yekîtiya Zanayan.
Xwedayê mezin li pişt û hêviya me hemû aliyek bê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/09/2010
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Dr Eyad Ellawî Serokê Fraksiyona Iraqiye û şanda li gel kir
Îro dûşem 20/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Dr Eyad Ellawî Serokê Fraksiyona Iraqiye û şanda li gel kir ku ji hejmarek kesayetiyên Fraksiyona Iraqiye û ji Zalmay Xelîlzad pêkhatibû.
Li hevdîtinê de ku Dr Roj Nûrî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Herêma Kurdistanê amadebûn, her du alî behsa pêşhatên dawiya siyasiya li Iraqê kirin nêrîn û dîtinên xwe yên di derbarê pirsên girîngên damezrandina Hikûmetê de danustandin kirin.
Her wiha guftugo kirina destpêşxeriya Serok Barzanî ya di derbarê damezrandina Hikûmeteke hevbendiya niştimaniya berfireh û bikaranîna hejmareke mekanizma û awayê amadekirina van mekanîzmayan û bernameya Hikûmetê bi awayeke taybetî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Serokê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraq kir
Îro dûşem 20/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Fransîsco Aliyas Balyozê welatê Îspanya li Iraq kir ku ji bo qedandina erkê xwe yê li Iraqê serdan kiribû.
Li hevdîtinê de, Balyozê Îspanya silav û peyama her yek Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Îspanya bi Serok Barzanî gihand û ragihand ku Hikûmeta Îspanya rola Serok Barzanî li Iraq ji bo sedema wê helwesta erênî û beşdariya bi bandora li pêşxistina proseya siyasiya Iraq da bilind dinirxîne û li vî warî de piştgîriya Hikûmeta Îspanya ji bo birêz dûpat kir û ji bo wê alîkarî û piştgîriya ku li dema karkirina li Iraqê de pêşkêş kiriye spasî Serok Barzanî kir ku bi wê sedemê kariye pêwendiyên di navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê berev pêştir bibe.
Serok Barzanî ji bo wan hewlên ku li berfirehkirina pêwendiyên welatê Îspanya li gel Herêma Kurdistanê da daye spasî Balyozê Îspanya kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekîd jî kir ku hêviyeke bihêzê li Herêmê heye pêwendiyên li gel welatê Îspanya da pêştir bibe.
Her wiha nirxandina rewşa îro ya Iraq û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû û destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo derketina ji wê qeyrana siyasiya ku Iraqê heye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Serokê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Japon li Iraq kir
Îro dûşem 20/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Shojî Ogawa Balyozê Japon li Iraq kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe yê wekî Balyozê Japon li Iraq serdan kiribû.
Li hevdîtinê de, ji bo wê piştgîriya ku li dema dû sala mayina li Iraqê da lê kiriye û çawa jî kariye li wê demê de pêwendiyên di navbera Japon û Iraq li aliyek û Japon û Herêma Kurdistan li aliyeke din ve berev pêşve bibe Balyozê Japon spasî Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî ji bo wan hewlên li berfirekirina bazina pêwendiyên welatê xwe yê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê spasî Balyozê Japonî kir û hêviya serkeftinê ji bo erkê wî yê nû de xwest.
Her wiha nirxandina rewşa pêvajoya Iraq û pêşhatên dawiya pêkanîna Hikûmeta nû de destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo aliyê serketiyên hilbijartin û vekişana hêzên Emerîka li Iraq û bandora wê ya li ser paşaroja welat mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.