Polîtîk

Tevgera Goran mehane 680 milyon dînaran ji hikûmetê werdigre

Herçiqasî heta niha projeya biryara butçeya partiyan li parlamenê Kurdistanê nehatiye pesendkirin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji 01.06.2010an ve butçe bo Tevgera Goran bê veqetandin, çavkaniyekê ji Tevgera Goran bo Rûdawê ragehand: “Buhayê butçeya mehane ya ku Tevgera Goran ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigre 680 milyon dînar e.” Heta niha Goran butçeya sê mehan wergirtiye. Çavkaniya berê diyar kir: “Ev perên em werdigrin wek silfe ye, dema butçeya partiyan bê diyarkirin, eger beşa Goran bêtir be, wê hikûmet wê jî bide Goran û eger ji 680 milyon dînaran kêmtir bû jî, wê hikûmet ji perên wê yên paşerojê veqetîne.”

Çavkaniya berê rexne li wêya digre ku hikûmet butçeke kêm dide Goran li gor partiyeke wek Yekgirtû ku mehane 450 milyon dînaran werdigre tevî ku 6 kursiyên wê li parlamenê Kurdistanê hene: “Perên ku niha Goran werdigre pir kêm in û 190 milyon dînaran ji Yekgirtû ya Îslamî zêdetir werdigre, lê 25 kursiyên Goran li parlamen hene, lê biryar hatiye standin van pereyan wergire bo rêvebirina karûbarên tevgerê heta dema diyaririna butçê.”

Sefîn Mela Qere yek ji serkirdên Tevgera Goran li parêzgeha Hewlêrê derbarê perên ku ji hikûmetê werdigrin dibêje, wan heyeteke taybet danîne bo lêkolînkirina awayê xerckirinê: “Ev heyet biryara dawî derbarê çawaniya xerckirin û bikaranîna van pereyan dide.”

 

Şanda Goran bo sê daxwazkariyan çû ba serokê hikûmetê

Li gor agahiyên Rûdawê roja 28.08.2010an şandeke Tevgera Goran, ku ji Mistefa Seyid Qadir û Osman Hacî Mehmûd pêk hatibû, serdana Serokê hikûmetê Dr. Berhem Ehmed Salih kir û dû re jî bi hev re serdana Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resul kirin.

Çavkaniyeke agahdar ji vê civînê bo Rûdawê ragehand: “Şanda Goran daxwaz ji serokê hikûmetê kir, pirsgirêka nanbirriyan bi awayekî tevahî bê çareserkirin, pasevanên pêwîst bo baregehên Tevgera Goran `ku di dahatû de vedike` bên dabînkirin, butçeya Goran jî di civînê de hat behskirin ku kêm e û divê bê zêdekirin.”

Xerckirina butçê bo Tevgera Goran piştî pêşandana razîbûna Talabanî tê. Wek Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Awêne ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razîbûna xwe li ser dayîna butçê bo Tevgera Goran pêşan daye, maye razîbûna Mam Celal.

Çavkaniya agahdar a civîna Goran û Dr. Berhem wiha axifî: “Dr. Berhem soza dabînkirina pasevanên baregehên Goran û çareserkirina pirsgirêka nanbirriyan daye, lê soza zêdekirina butçeya mehane ya Goran nedaye.”

 

Serok diyar e, serkirdayetî ne diyar e

Piştî rexneyên zêde yên ku Tevgera Goran li YNKê girt derbarê peykerê rêkxistin û awayê karkirinê, niha tevger rastî heman rewşê dibe û gengeşeyên tespîtkirina pêkanîna rêkxistin û girêdana konferans û kongre didomin.

Serkirdeyekî Goran, Salar Ezîz dibêje: “Ew hevalên heta niha di nav tevgerê de biryar dane, niha jî biryarder in û hewl didin xwe rêkbixin. Me lihev kiriye ku rêkkeftina me ji xwar bo jor be.” Salar Ezîz derheqê konferans û kongre jî got: “Heta niha bernameyeke me tune dema girêdana kongre û konferans diyar bike, loma di nav me bi xwe de rexneyên me li ser nînin bo paşxistina kongre û tu pirsgirêka me nîne ku lezê bikin di girêdana wê de.”

Lê Babekir Dreyî ku ew jî endamê civata şîrketa Wişe û rêveberekî Goran e dibêje: “Heta niha jî ne diyar e serkirdayetiya Goran kê ye, ev jî bi rewşa Goran ve girêdayî ye, kesên cuda tê de hene.”

Direyî diyar dike ne hêsan e Tevgera Goran bikare di demeke kurt de konferans û kongre girê bide: “Heta saleke din zehmet e ev bê kirin, lê ferzkirina biryarê û sepandina serkirdayetiyê nayê qebûl kirin û tê redkirin, divê serkirdayetî bi awayê hilbijartin û dengdanê bê diyarkirin. Ra û nerînên cuda li ser awayê rêkxistinê hene.”

Herçiqasî serkirde û rêveberên Tevgera Goran herdem tekez dikin ku dixwazin bi riya dengdana bazinan û rêxistinên xwarê serkirdayetiyê hilbijêrin, lê wek yek ji serkirdên Goran dibêje, heta niha biryara dawî li cem Noşîrwan Mistefa bi xwe ye: “Lê bo her mijarekê ku pêdiviya wê bi gengeşê be, kek Noşîrwan raya xwe hildigre bo dawî.”

Wek çavkaniyekê jî piştrast kir, ciwanên Goran dixwazin serkirdayetiya Goran zêde di destê ciwanan de be, ne ku bi endamên ji serkirdayetiya YNKê cudabûyî bê tijekirin, lê hevrikî û milmilane heye lê Salar Ezîz vêya red dike û dibêje: “Ev ne rast e, tenê nerînên cuda hene.”

Serkirdeyekî Tevgera Goran ragehand: “Heta niha biryarderê serekî Noşîrwan bi xwe ye.” Piştî pêkanîna Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa bo cara yekem çû Ewrûpa, wî berpirsê Goran got: “Seredana wî bo Ewrûpa tenê bo karê wî yê taybet bû, lê li wir jî civîn ligel nûnerên Goran derbarê çawaniya birêvebirina Tevgera Goran, kir.” 

 

Nûçe: Newzad Mehmûd/Rûdaw

Back to top button