Tevgera demokratên şoreşger bi minasebeta banga TZK-ê ya ji bo zimanê dayîkê,ku zarok heftiyekî neçin dibistana daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de  helwesta tevgera xwe ji raya giştî re didin eşkerekirin. Beşek ji daxuyaniya tevgera demokratên şoreşger bi vî awayiye:

 

Em, Tevgera Demokratên Şoreêger a Kurd bi van hizr û bawerîyên xwe, banga TZKê balkêş û di cîh de dibînin. Her weha em di rêvebirin û minaqeşeyên li ser vê çalakîyê de van xalên jêrîn giring dibînin û daxwaz ji hemû alîyan dikin ku ji bo biserketina vê çalakîyê, bala xwe bidin van xalan.
•         Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn ya mirovî ye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyê ya mafên zarokan de, di xalêên destpêkê de û di xalên 28, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin. Loma jî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazek rewa, meşrû, giring, pêwîst û di cîhê xwe de ye.

•         Beyanên ku nûnerên hikûmetê li ser neşandina zarokan ya dibistanan mîna tawan (suc) dîyar dikin, bê bingeh in û berevacîkirina rastîya mafên zarokan ya navneteweyî ye. Hikumet û nûnerên wî divê berîya her tiştî dîyar bikin ku bêparîya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo zarokên kurda neheqî û tadeya herî mezin û sucek herî giran a li hemberî zarokan e. Hemû lêkolînên zanistî dîyar dikin ku zarokên bi zimanê zikamakî perwerde dibin ew ji alîyê tendrustîya zihnî û bedenî ve û her weha pêşveçûna zihnî û bedenî ve yên herî biserketî ne.

•         Ev çalakî divê bi dil û rizamendîya dêûbavan û zarokan ve bê pêkanîn û bi tu awayî divê zarok di dema vê çalakîyê de bi şidet û tedayîyê ve rûbirû nebin. Ev berpirsîyarî ya dêûbavan û organîzatorên vê çalakîyê ye.

•         Divê di dema çalakîyê de zarok û civat ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê zikmakî bên agahdarkirin. Ji bona vê armancê li komeleyan û li cîhên din yên pêwîst civîn, semîner, perwerde bên amadekirin.

•         Divê dêûbavên zarokên kurdan pir bi aşkere û serbilindî dîyar bikin ku çalakîyek mîna boykota dibistanan mafekê demokratîk ya parastina mafên zarokan e. Ji bo ku di helwesta xwe de bawermend bin û çalakî li gora armanca rewa û meşrû bê pêkanîn, berpirsîyarîya hemû hêz û dezgehên welatparêz ew e ku zarokan ji şidet û zorê biparêzin û bi awayek demokratîk û bi aşîtî doza rewa ya zimanê xwe bikin. Nebin teşwîqkar û beşdarî  bikaranîna protestoyên ku bibe sedema bikaranîna şidetê. Di malên xwe de bibin mamosteyên zimanê zikmakî yên zarokên xwe.

•         Em bang li hemû hêz û dezgehên welatparêz dikin ku ji bo armancên ku hemû zarokên kurdan elaqeder dike û bi nasnameya me ya neteweyî ve girêdayî ye dev ji tengfikrî ya sîyasî berdin da ku çalakîyên wisa di rojên pêş de hîn bi awayek

Nêrînek

  1. Pishgirî na Pishtgirî.\r\n\r\nYek jî ev sîmbol a vê rêxistinê ye? Ez bi xwe jî nizanim. Beriya niha min ev sîmbol li înternetê bi navê LKD (Lêgerîna Kurdên Demokrat) dîtibû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: