Partiyên siyasî pişgiriya agirbestê dikin
HAK-PAR: Bila PKK çekan berde û hikûmet jî gav bavêje
Arîkarê Serokê Giştiyê HAK-PARê Fehmi Demir daxuyaniyek da AKnewsê û got, “Tu fêdeya têkoşîna çekdariya PKKê ji gelê kurd re nîne û a rastî ne bêçalakiyên bidemî, divê çek ji binî ve ji holê bêne rakirin.”
Demir got, rayên pirsgirêka kurd heta dema Împaratoriya Osmaniyan a 200 sal berê diçe û ew dizanin ku çareserî ne hêsan e. Demir got, divê hikûmet eşkere bike ku bi rêbazên demokratîk dê pirsgirêkê çareser bike û domand:
“Divê hikûmet gavên ku gel qanî bike bavêje û partiyên kurd bi awayeke azad siyasetê bikin. Divê kurd bi zimanê dayikê perwerde bibînin û hikûmet siyaseta pêşvekirinê jî bi wêrekî bidomîne. Encamên referandûmê jî bo vê derfet vekirine. Ger hikûmet van gavan bavêje dê eleqeya tundiyê kêm bibe û tundî marjînal bibe.”
Bengi Yıldız: Hikûmet ne amade ye
Cigirê Koma Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) yê Parlamentoyê Bengi Yıldız jî ji AKnewsê re got, “Hikûmeta Tirkiyeyê ji pêvajoya aştiyê re ne amade ye.”
Yıldız got, dema “bêçalakiya” 5 hefteyî di siya referandûmê de maye û zêde nehatiye rojevê. Yıldız got, bi qasî hefteyek dirêjkirina bêçalakiyê daxwazên raya giştî ne û wiha domand:
“Kurd di agirbestê de heter in. Öcalan, Qendîl, DTK, BDP û saziyên sivîl ên herêmê û hêzên layengirên demokrasiyê bo aştiyeke mayînde gelek xebatê dikin. Ev berpirsiya tehlîlkirina encamên pevçûnan e. Divê hikûmet vê yekê wek zeîfbûnê nebîne, wek nîşaneya girêdana aştî û biratiyê binirxîne. Lê hikûmetê heta niha sinyalên erênî nedane û bo pêvajoyê amade naxuye. Dîsa jî em hêvîdar in ku, di nava vê hefteyê de hevdîtin pêkwerin û agirbesteke mayinde zemîn bête amadekirin.”
Elçi: Divê PKK derkeve derveyî herêmên operasyonê
Serokê Giştiyê KADEPê Şerafettin Elçi jî got, bo ku pêvajoya “bêçalakiyê” veguhere agirbesteke mayînde divê hêzên PKKê biçin herêmên ku îhtîmala operasyonan li wan deran nîne.
Elçi, daxuyaniyek da AKnewsê û got, ligel ku PKKê hefteyek pêvajoya bêçalakiyê dirêjkiriye ew îhtîmal nade ku agirbesteke mayînde bête destpêkirin û wiha domand:
“Bo nepevçûniyeke mayînde divê PKK hêzên xwe ji herêmên ku îhtîmala pevçûnê heye vekêşîne. Ger ev neyê kirin dê meydan her tim ji provokatoran re vekirî bimîne. Daxwazên PKKê yên şertên agirbesteke mayînde di cih de ne lê vana wek şertên pêş nîşan dayîn ne rast e. Divê bo daxistina benda hilbijartinê heterî neyê kirin. Lewra bête daxistin jî bo hilbijartinên sala bê tu fêda wê tune ye. Qenaeta min jî ew e ku, hikûmet jî dê piştî hilbijartinê vê bîne rojeva xwe. Mafeke di cih de ye lê bo agirbestê nabe şertê pêşî.”