“Hîşam li Şirgatê Serdeşt wergirt”
Qutabiyê Beşa Îngilîzî li Kolêja Ziman a Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê Serdeşt Osman, roja 4ê Gulana 2010’an li ber deriyê Kolêja Hunerên Ciwan hate revandin û roja 5’ê Gulana 2010’an termê wî li Mûsilê hat dîtin. Li gor ragihandina duyemîn a Lîjneya Lêkolînê ku li roja 15’ê Îlonê hat belavkirin, “li gor gotina çend şahidên li cihê bûyerê ku bi çavê xwe dîtine çawa navborî bi otombêleke ji corê Honda (Minî Bus) rengê spî birin.” Herwiha di daxuyaniyê de ji wan re diyarbûye ku “kesekî girêdayî grûpa ‘Ensar El-Îslam’ bi navê Hîşam Mehmûd Îsmaîl (28) ku bi regez a xwe Kurd e, rûniştvanê bajarê Mûsilê ye û li bajarokê Bêcî karê fîteriya otombêlan dike, destê wî di kuştina Serdeşt Osman de hebû. Bi çavdêriya lîjneyê, bi rêya dadgehê û bi hemahengî digel rêvebiriya Polîsên Qezaya Bêcî asayişê û asayişê karîn navborî binçav bikin û bişînin lîjneya lêkolînê.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku tometbar Hîşam Mehmûd di lêkolînê de îtiraf kiriye ku, “roja 4’ê Gulana 2010’an hatiye agahdarkirin ku biçe bajarokê Şergatê girêdayî Parêzgeha Selaheddîn ji bo ku li wir peywendiyê bi endameke din ê wê grûpê bi navê ‘R. M’ bike, emaneta ku digel wane werbigire û bigihîne bajarê Mûsil, ji ber ku navborî şehrezayê wê sinorê ye. Tometbar jî diçe cihê diyarkirî û li wir otombêlekê ji sê tometbarên din ên vê grûpê digire ku tawanlêkirî (Serdeşt Osman) jî bi zindî, bi dest, pê û devê girêdayî tê de bû. Paşî tometbar bi xwe otombêlê dajo û digel tometbar ‘R. M’ diçe bajarê Mûsil, ew li taxa ‘Întisar’ otombêlê û kesê tawanlêkirî jî teslîmî berpirsê grûpê ‘R. R’ dike.” Her li gor daxuyaniyê “Piştî çend rojan tometbarê girtî ji berpirsê grûpê dizane ku tawanlêkirî hatiye kuştin.” Derbarê sedema kuştina Serdeşt Osman ji aliyê wê grûpê ve, lîjne li gor axaftinên Hîşam Mehmûd dibêje: “Serdeşt Osman Hesen soz dabû wê grûpê ku hin karan ji wan re bike, lê wî ew kar bicîh neanîbûn.”
Polîsên Îraqê Hîşam girtin
Rêvebirê Polîsên Bêcî, General Xelîl Elî Cibûrî, di hevpeyvînekê de bi rêya telefonê ji bo Rûdawê ragihand ku ji bo dûvçûna tometbar û tawanbaran di navbera wan û deshilatên emniyeta Herêma Kurdistanê de hevkariyeke baş heye, “Herwiha em zanyariyên di wî warî de jî bi hevdu re diguherînin.”
Derbarê girtina Hîşam Mehmûd Îsmaîl ku bi beşdarîkirina di kuştina Serdeşt Osman de tometbar e, Rêvebirê Polîsên Bêcî ragihand “Tometbar li Bêcî fîteriya otombêlan dikir û dosyeya wî li Polîsên Bêcî hebû ku ew rûniştvanê bajarê Mûsil e, lê derbarê hebûna çalakiyên gumanlêkirî tiştek di dosiyeya wî de tune bû. Asayişa Herêma Kurdistanê wêne û nexşeyê dukana wî li Bêcî ji me re şandin, diyar bû ku wan dûvçûn kiriye, herwiha ji bo girtina wî nivîsa dadgehê jî ji me re şandibûn, fermana girtina wî ji Dadgeha Lêkolîna Hewlêrê derketibû. Me jî girt û dosyeya wî da Dadgeha Lêkolîna Bêcî, Dadwerê Lêkolînê jî biryar da ku bişînin Dadgeha Lêkolîna Hewlêrê û paşî bi şêweyekî yasayî teslîmî polîsên Hewlêrê kirin.” Herwiha got “Ti kesekî asayiş û polîsên Hewlêrê ji bo girtina wî nehatine Bêcî.”
Efserê ku tometbar binçavkir, hat kuştin
General Xelîl Elî Cibûrî zanyariyên zêdetir dane Rûdawê û ragihand: “Roja 23’ê Hezîrana 2010’an heyetek bi fermandariya Cîgirê Kolonêl Hisên Elî Ehmed, erkê girtina kesê daxwazkirî encam da. Roja 27’ê Hezîranê jî bi şêweyekî yasayî teslîmî polîsên Hewlêrê kirin. Tişta balkêş ew e ku piştî du rojan, wate roja 29’ê Hezîrana 2010’an teroristan teqînek li ber deriyê rêvebiriya me çêkirin û di encamê de Cêgirê Kolonêl Elî Ehmed şehîd bû.”
Rêvebirê Polîsên Qezaya Bêcî herwiha got “Di serî de daxwazkirî digot ez xelkê Mûsilê me, paşî digot ez xelkê Hewlêr im û li Mûsilê rûdinim. Herwiha digot Asayişa Hewlêrê ji min hez nake.” Cibûrî herwiha got “Me ew şand dadgehê, dadwerî jî pirs ji wî kir gelo nivîsa dadgehê ya derbarê te digel nav û adresa te wekhev e? Wî jî got, ‘belê.’ Di encam de ji bo cihê daxwazkirî ku ew jî Dadgeha Lêkolîna Hewlêrê ye, hat şandin.”
Hîşam Mehmûd kî ye?
Xalê Hîşam Mehmûd: Hîşam yekane bû û guhê xwe nedida min
Xizmekî nêzîk ê Hîşam: Em bi eslê xwe Ereb in û bapîrê me hatiye Kurdistanê
Teyar Adil Goran
Berdereş: Piştî ku lîjneya lêkolîna kuştina qutabî û rojnamevan Serdeşt Osman, ragihand ku ‘endamekî grûpa Ensar El-Îslam bi navê ‘Hîşam Mehmûd Îsmaîl’ ku Serdeşt Osman revandin û kuştin hatiye girtin û ew bi regeza xwe Kurd e, lê xizmekî Hîşam ê nêzîk ji Rûdawê re got ku ew bi esla xwe Ereb in û bapîrê wan berê hatiye Kurdistanê û bi rêya jinanînê xizmaniya Kurdan kirine, loma di nasnameyê de jî xwe weke Kurd qeydkirin e.
Xalê Hîşam, Sebah Remezan Yunis, ji Rûdawê re got ku ev pênc sal in haya wî ji Hîşam nîne ”ev nêzîkî sê mehan e em dizanin ku Hîşam hatiye girtin, lê digotin ku ew ji ber birina pereyê kesekî hatiye girtin.” Wî herwiha got ku haya wî ji karên xwarziyê wî nebû, ji ber ku ji sala 2005’an ve ji tirsa teroristan wan mala xwe ji Mûsilê barkiriye û hatine Kurdistanê û ji wê demê ve ti peywendiyeke wan digel Hîşam nemaye. Xalê Hîşam li mala xwe ya li qezaya Berdereş ji bo Rûdawê got “Hîşam yekaneya dayik û bavê xwe bû, bavê wî bi Mehmûd Fîter naskirî bû, ew bi nexweşiya şekirê emrê xwedê kir, niha jî mala wan li taxê Keram e ya bajarê Mûsil e.” Sebah Remezan herwiha got ji ber ku Hîşam yekane bû, ew bi kêfa xwe tevdigeriya, kesê nedikarî digel wî baxve û ji bo encamdayîna karên xwe pirsa ti kesî nedikir, bi taybetî piştî koça bavê wî, herwiha ti deshilateke dayika wî jî li ser wî nebû, me tenê dizanî ku ew karê fîteriya otombêlan dike.”
Li gor axaftinên wî dema wêneyê Hîşam di televizyonê de hat belavkirin, haya wan jê tunebû, xizmekê wan ew agehdarkirin, lê wan berê zanîbû ku ew hatiye girtin, lê ew li pey wî negeriyan e ”ji ber ku gelek caran min şîret li wî dikirin, lê wî guhê xwe ne dida min.” Sebah diltenge ji ber ku di daxuyaniya lîjneya lêkolînê de hatiye diyarkirin ku Hîşam tawan encamdaye ”tevî ku agahiyên me li ser karên wî tune ne, lê em hêvîdarin ku yasa serwer be, bila yasa rêya xwe bigir e. Bi rastî ji dema min ew nûçe bihîst ez gelekî xembar bûm e, çavên min ranabin û em şerim dikin biçim nav xelkê. Tişta ku bi sedema Hîşam bi serê me hatiye bila neyê serê kesê, gelek dostên min dilê me xweş dikin, lê ji min re her nexweş e. Eger guneheke kesekî hebe wê xwedê her eşkere bike.”
Malbata Hîşam di esilê xwe de xelkên navçeya Berdereş in û bapîrê wî jî di berê de li gundê Kanîlan bicih bûye, niha jî çend xizmên wan li wî gundî dimîn in. Muxtarê gund, Mihemmed Îsmaîl dibêje ”tişta em dizanin ewe ku Îsmaîlê bapîrê Hîşam li gundê me jiyaye, lê Hîşam û bavê xwe qet li wî gundî neman e. Ez weke muxtarê gund min Hîşam nasnakiriye, lê min bapîrê wî naskiriye.”
Xizmekî din ê Hîşam ku nexwest navê wî belav bibe ji Rûdawê re got ku Hîşam ji zaroktiyê digel bavê xwe mijûlî karê fîteriya otombêlan bû, “lê ev 5 sal in min Hîşam ne dîtiye, dema min wêneyê wî di televizyonê de dît min ew nas nekir, ji ber ku gelekî qelew bûye û porê wî jî weriyaye.” Wî xizmê Hîşam got ku ew xelkê gundê Kanîlan in ”lê bi eslê xwe em Ereb in û ji eşîreta Bedran in, em di berê de hatine navçeya Berdereş, bavê me xizmaniya Kurdan kiriye û keçên xwe dane Kurdan û li Kurdistanê man e. Niha me zimanê erebî ji bîra kiriye û regeznameya xwe jî kirine Kurd. Bavê Hîşam ji me ye, wate Ereb e, lê dayika wî bi esla xwe ji gundê Tilcomirî ya navçeya Berdereş e û dibe keşa xaleta bavê Haşîm.”
Muxtarê gundê Kanîlan, Mihemed Îsmaîl, amaje bi wê yekê dide ku nasnameya Hîşam jî ne li ser gundê Kanîlan e, lê li ser qezaya Şêxan e, “lê bapîrê Hîşam ku navê wî Îsmaîl Ferhan e digel mamê wî li gundê me jiyan e.” Herwiha li gor zaniyariyan mamekî Hîşam jî rûniştvanê qezaya Xebat a Parêzgeha Hewlêrê ye.”
Li gor hin zanyariyan dibe ku Hîşam Mehmûd beşdarî di kuştina Kurdekî ji navçeya Berdereş de kiribe ku meha Nîsan a sala borî li taxa pîşesaziya Mûsilê ji aliyê grûpeke radekal a Îslamî ya çekdar ve hatiye kuştin. Ew xizmê nêzîkê Hîşam got eger Hîşam ew tawan e kiribe, ew ne bi wî re ne ”eger wî bi rastî ew tawan kiribe, hikûmet çi lê bike bila bike, wê demê mafê wî yê bi darvekirinê jî heye.” Wî xizmê Hîşam herwiha got dilê wî bi dayika Hîşam dişewit e, ji ber ku ew yekaneyê wê ye û ku wî tawan kiribe jî, ti tawaneke wê nîn e.
Nûçe:Ebdulla Qirgeyî/Rûdaw