Ji bo zimanê dayikê boykot!

“Cudabûna reng û zimanên we ji ayetên wî ne. Bêguman di vê yekê de ji bo bîrbiran ders û îbret hene.” Li hemberî rewşa biçûksixtinê ya ku gelê Kurd tê de ne, bilindkirina dengê nerazîbûnê ji mafên fitrî û mafên îlahî ye. Ev îtiraza li hemberî biçûkxistin û bêrumetkirinê di çarçoveya hukmên îlahî de cihekî xwe yê taybet heye. Ji wan mafên fitrî û îlahî yê sereke û esasî bê guman nerazîbûna li hemberî biçûkxistina wî zimanê ku ew gel pê diaxive ye. Girîngî û ehemmiyeta zimanê dayikê ji wehya Qur’anê baş têgihîştin. Ji bo delîlê jî ew yek bes e ku Qur’anê ew kiriye qala mijarê.

Em, biryara “boykotkirina dibistanan” ku bizava kurdan ya siyasî jî di asta herî bilind de piştgiriyê didiyê, wekî fikrekî pir orîjînal dibînin û baweriya me ew e ku divê hemî unsûrên rêxistinî yên civaka kurdan vê boykotê destek bikin.

Em vê baweriya xwe bi awayekî vekirî diyar dikin.

Digel silavan

Edîtoriya İsharê

(Tevgera Berpirsiyariya Îslamî)

20.09.2010

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: