Polîtîk

Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera li Kerkûkê bi hemehengiya me bûye

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa Heşda Şeibî ya bi ser Kerkûkê de ragihan de ku “tevgera” li Kerkûkê bi hemahengiya wan bûye û ti êriş nehatiya encamdan.Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa Heşda Şeibî ya bi ser Kerkûkê de daxuyaniyeke belav kir û tê de ragihand ku “hêzên hevpeyamaniya navdewletî li Kerkûkê û derdora wê ne piştevaniya hêzên iraqî dike ne jî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike, lê em agahdar in li hinek deveran pevçûn rû didin.Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de wiha hat gotin: “Hevpeymana Navdewletî tevgera wesayîtên leşkerî û mirovan li derdora bajarê Kerkûkê dişopîne. Heta niha tevgera wesayîtên leşkerî di hemahengiya hêzên hevpeymaniyê de pêk hatiye û ti êrişan jî rû nedaye.Şêwirmend û hêzên hevpeymaniya navdewletî li derdora bajarê Kerkûkê ne piştevaniya hikûmeta Iraqê û ne jî ya Hêzên Pêşmerge nake. Lê em agahdar in ku ji sibehiya 16ê Cotmehê ve li hinek deveran pevçûn derdikevin.”Li gorî daxuyaniya hevpeymaniyê “bûyerên îro bi şaşî hatine encamdan” ji hemû aliyan tê xwestin ku xwe ji tevgerên bibin sedema rageşiyan dûr bixin.Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên hevpeymaniyê dixwaze hemû alî giraniya xwe bidin şerê bi DAIŞê re. Rûdaw

Back to top button