Hevkarî:Buyerên Silêmanîyê me xemgîndikin

Buyerên Silêmanîyê me xemgîndikin

Di demajoya dîrokê de destkeftinek bi destê neteweya Kurd ketîye û li Kurdistana Başûr li ser beşeke axa Kurdistanê Dewletek Federe ya Kurdistanê avabûye.

Kurdistana Federal bi hemî rûyê xwe ve çi di warê erênî debe û çi di warê neyînî debe li seranserê Kurdistanê xwedîyê bandoreke mezin e.

Her bûyer û rûdanek li Kurdistana Federal, ji bona hemî Kurdan balkêş e û girîng e. Parastin û xwedîlêderketina vê Dewleta me ya ciwan, erkê ser milên me hemî Kurdan e.

Ji ber vê jî rûdanên bajarê Silêmanîyê metirsîyek ji me hemî Kurdistanîyan re çêdike.

Em di wê zanînêdene ku di vê dewleta me ya federala ciwan de, bêguman kêmasî û gendelî û nexweşî hene! Lê her weha avadanî, pêşveçûn û azadîya bîr û ramanan jî xwurt e.

Di warê rêxistinî, mafên merivan, ewlehîya civakî û azadîyê de ji derdora xwe şûndatir nine, di gelek waran de, ji tevahîya dewletên herêmê pêştatire jî.

Her weha Kurdistan, di tu warî de naşibe dewletên kevneperestên herêmê û mafê tu kes û hêzan jî tuneye ku welatê me bi dewletên kevneperest û dîktator û mêtinkarên Rojhilata Navîn re yek bigire! Li gora me, ev neheqîyek gelek mezine!
 
Em di wê bawerîyêdene ku partî û rêxistinên Kurdistana Federal, tevî rêxistinên civakî bi danûstandinan û gengeşîyên navxweyî, dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin.

Em gazî hemî partî û rêxistinên Kurdistana Federal dikin gavek leztir rêya pêşîgirtina van alozî û rûdanan bibînin û her weha pirtir guhdarîya lome û daxwazên gelên Kurdistanî bikin. Dewleta me ya ciwan pirtir biparêzin!
 
Em gazî Serokatîya Herêma Kurdistanê, Parlamento û Hukumeta Herêma Kurdistana Federal dikin ji alîyekî ve pêşîya bûyer û rûdanên heyî bigirin, guhdarîya lome û daxwazên gel pirtir bikin, kêmasîyên heyî yên rêvebirinî û civakî çareserbikin, da ku kêfa nehez û dijminên Kurd û Kurdistanê li me neyê.
21-02-2011 

Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda
HEVKARÎ

Nerîna min :