Heta rewş aram nebê pêşmerga li Kerkûkê dimînin

Nêçîrvan Barzanî li Kerkûkê li gel hemî partî û aliyên Kurdistanî kombûnek pêkanî. Di vê kombûnê de biryar hat dan, ku heta rewşa bajarê Kerkûkê normal nebe, hêzên pêşmerge jî ji bajarê Kerkûkê û dora wê xwe nadin alî.

Di kongireya rojamevanîya piştî de, naveroka vê kombûnê hat pêşkêşkirin û hat ragihandin, ku hemû partî û alîyên Kurdistanî di derbarê vê rewşê de hemfikirin.

Nêçîrvan Barzanî got: Heta rewşa bajarê Kerkûkê xweş nebe, pêşmerge navegere. Pêşmerge ne ji bo xerabkirina rewşa Kerkûkê hatiye. Belê rewş xerab bûye û divê hêzên pêşmerge li vir bin, da ku ser û malên hevwelatîyan parastî be.

Biryar hat dayîn ku, komîteyek ji partîyên Kurdistanî pêk bê, da ku lêkolînan di derbarê doz û daxwazên xelkê de bike û pîkol jî bên kirin, da ku guherîn û sazkarî bên pêkanîn ji bo doz û daxwazên xelkê jî cih bi cih bibin.

Berdewambûna axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: Em daxwaza bi cihanîna maddeya 140-ê dikin da ku hemû pirs û arêşe bihên çareserkirin. Em guherînên pêdivêyên ku gerek li Kerkûkê jî bêne kirin, ji rêvebirîya Kerkûkê bi xwe re dihêlin. Ew berjewendîya xwe baştir dizanin.

Nerîna min :