Girît : Bûke reşpoşekey deryay spî nawerast
Beşî yekem
Eger (Nîkos Kazantzakî) û (Odîsiyas Êlîtîs: Şa’îrî mezinî Girîtî ke salî 1979 xelatî Nobelî wergirt) nebûnaye, emro kem kes le dinya da deyanzanî Girît le kuweye. Ew dûrge biçûke nazdar û dilrefêney naw deryay spî nawerast le şuwênêkî hênde guncaw û le bar helkewtuwe ke mirov le astiya mest û keyl debêt. Lewê da her sê cemserî Asya û Ewrupa û Efrîqiya be yek degen.
Katêk le asîmanewe be ser deryay spî nawerast da berew ew dûrgeye deçuwîn tenya û tenya şepole şêt û ser keşekanî deryay spî nawerast debînran û sertapay xakî Girît lew berziyewe detgot denke fasuliyayeke le naw ew derya pan û poreda. Katêk nêzîktir kewtînewe ewsa derkewt ke ew denke fasuliyaye çend gewreye û çende ciwan û dilrefênîşe.Çiya rêk û serkeşekanî, gird û qedpal û dole pêçaw pêçekanî, bax û bêstan û rezekanî tirê û zeytûnekanî em parçe zewiye kes pênezaneyan kirdote beheştî ser ruwî zewî.
Le yekem serinc da mirov tûşî sersurman debêt. Le gel ew hemû ciwaniye siruştiyey ew wilate, xelkanî ewê zorbeyan reşpoşin. Mêjuwî pir karesat û malwêranî Girît waykirduwe ke kem kesî ew dûrgeye hebin le mêjuwî kon yan nuwêda xizm û kes û kariyan nebûbête qurbanî şer û pêkdadane zorekanî nêwan em netewe azadîxwaze û dagîrkare bêbezeyekan. Ca weku dab û nerîtêkî peyrewkiraw bo rêzgirtin le yadî ew qurbaniyane, zorbey xelkî em dûrgeye ta maweyekî dûr û dirêj her be reşpoşî demêninewe.
Girît salanêkî zor le layen bêzentiyekanewe jêrdeste buwe. Duwatir Erebe îslamekan helmetiyan bo ewê birduwe û dagîriyan kirduwe û ew netewe mesîhiyeyan be zor kirdote beşêk le îmaretî îslamî. Paşan Turke Osmaniyekan çawiyan birîwete xakî be pît û bereket û kenare ciwan û dilrefên û çiya serberzekanî ewê û ewanîş maweyekî zor eweyan dagîr kirduwe û gelî eweyan zor azar dawe. Nawe naweş Îtaliyekan fermanrewayî eweyan kirduwe. Paşanîş Hîtler supayekî dirindey nardote ew dûrgeye û paş şer û kuştarêkî zor xelkanî ewey jêrdeste kirduwe. Helbete her yek lem dagîrkariyane gelêk qurbanî lêkewtotewe û heremeşe way kirduwe min naw le Girît binêm dûrgey reşpoşekan.
Girît egerçî xelkekey reşpoşin, zewî û zarekey be hezar rengî ciwan xoy denuwênêt. Be dirêjayî sal rengî sewzî xakekey tîşk debexşête derya şîne ciwanekey spî nawerast ke ew xakey weku korpeyekî nazdar le baweş girtuwe. Her boyeşe serbarî reşpoşî xelkekey, ewan yegcar keyfiyan be mosîqa û helperkê û goranî dêt. Sema û goranî xelkanî Girît zor le sema û helperkêyî Kurdî nêzîke û awazekaniyan her delêyî awazî Kurdiye. Xelkî ewêş weku xelkanî lay xoman heziyan le şitî be komele û peywendî komelayetî nêwaniyan zor tûndutole. Sema û mosîqay (Zorba)î Nîkos Kazantzakî sema û mosîqay resenî xelkî ew dûrgeyeye.
Aw we eway dûrgey Girît, belay zorî aw we eway deryay spî naweraste û kemêkîş karîgerî aw we eway bakûrî Efrîqiyay be sereweye. Jimarey danîştwanî Girît 624000 kese. Girît be ser çwar nawçey kargêrî dabeşbuwe ke emanen: (Çaniya), (Resîmno), (Hîraklîon), (Lasîsî). Şare gewrekanî Girît emanen: (Hîraklîon) gewretirîn şarî em dûrgeyeye û paytextîşiyetî, (Çaniya), (Resîmno), (Lêrapêtira), (Egîos Nîkolaws) û (Sîtiya). Xelkî Girît le ser geştuguzar, kiştukal, ajeldarî, rawemasî dejîn. Şuwêneware dêrînekanî ewê, be taybetî (Kinosîs) ke mînwas padşay be nawbangî (Hîraklîon)î kon tiyay da jiyawe cêgay serdanîkirdinî hezaran geştiyarî cîhaniye. Kenarawe ciwanekanî ew dûrgeye weku mugnatîs salane jimareyekî yegcar zor geştiyarî cîhanî bo lay xoy radekêşêt. Salî par nêzîkey dû milyon geştiyar le seranserî dinyawe ruwiyan lem dûrgeye kirduwe.
Xelkî kirîtî yegcar berêz û mîwandost û aştîxwazin. Zor heziyan be têkelawî xelkî tir heye û eger lêt dilniya bin yegcar be çakî le gelit deguncên. Ewan çunke bo maweyekî dûr û dirêj kuştey destî çewsandinewe bûn, yegcar be uşey azadî sermestin. Egerçî kilêsa le ber bîroke ciyawazekanî (Nîkos Kazantzakî) yan bederna û lênegeran le naw goristanî kilêsa binêjrêt, belam hemû Girîtiyekan ew nûsere gewreye be sîmbulî azadî Girît dadenên. Gorekey (Kazantzakî) le ser girdêkî dûr le kilêsaye û le ser kêlekey ewe nûsrawe: (Umêdim be hîç niye, le hîç natirsim, boye azadim).
Rojî 21/01/2011 wefdêkî “dezgay çap û bilawkirdinewey Bedirxan” ke (14) kes buwîn le Turkiyawe bo firokexaney Atîna û lewêşewe bo firokexaney (Nîkos Kazantzakî nêwdewletî) berêkewtîn û katjimêr sêyî paş nîwero geyîştîne ewê. Niyaz lew serdaneman sazdanî çalakiyekî keltûrî bû le barey (Nîkos Kazantzakî) le pal kirdinewey pêşangayekî biçûkî kitêb û sê pêşangay şêwekarî bo her yek le hunermendan (Îsmaîl Xeyat) û (Dara Mihemed Elî) û (Deştî Cengî). Em çalakiye le jêr diruşmî “Zayeley azadî le Kurdistanewe bo Girît – Nîştîmanî Nîkos Kazantzakî” bû.
Lewêş da dû lêkolînewe le ser Nîkos Kazantzakî pêşkeşkiran : Yekêkiyan hî mamosta (Ehmed Mihemed Îsmaîl bû be nawnîşanî “Kurdîş Nîkos Kazantzakî xoşdewêt”, ewey dîkeyan hî min bû be nawnîşanî “karîgerî Nîkos Kazantzakîs be ser edebî nuwey Kurdiyewe” ke basim le çemkî azadî be giştî û azadî tak be taybetî kirduwe le gel tîşk xistine ser şêwaz û bîroke mirovdostanekanî em ke le nûsere û peywendî mêjuwî û dêrînî herdû netewey Kurd û Girîtî. (Helbete binemaley Bedirxaniyan le kotayî salî 1847 ewe bo mawey deh salî rebeq le dûrgey Girît jiyaniyan be ser birduwe û Emîn Elî Bedirxan (1851- 1926) lew dûrgeye le dayik buwe) . Çalakiyeke be hawkarî Serokî Komeley Dostayetî Kurdanî – Girît kak (Hemed Emîn Usu Ehmed) rêkxirabû û katjimêr hewtî êware destî pêkird û ta derengî şew dirêjey kêşa.
Lew çalakiyeda tiwanîman ewe bo gelî Yonanî be giştî û netewey Girîtî sax bikeynewe ke mîlletî Kurd mîlletêkî şaristan û aştîxwaz û lêbûrdeye. Egerçî (Nîkos Kazantzakî) le romanekanî xoy da be taybetîş le (Zorba) da Kurdî weku dilreq û dirinde wêna kirduwe katêk mamostayek û qeşeyek nal deken, belam ême çuwîn eweman sax kirdewe ke ewaney wextî xoy ew kareyan kirdibû caşekanî Împaratoriyetî Osmanî bûn û be hîç corêk nakirêt caş le ser mîllet hîsab bikirêt çunke katêk kesêk debête caş û be kirêgîraw be guwey axakey dekat nek be guwey hest û nestî xoy. Ca her çende (Kazantzakî) Kurdî waş wênakirdibêt ême nerqman lewe û ne le hîç Girîtiyek. Be pêçewanewe, ême nûsîn û bîroke û berhemekanî ewman berz nirxand û hemû kitêbekanî ew ke bo ser zimanî Kurdî wergêrdrabûn le gel xoman birdibûman û be diyarî pêşkeşî (Mozexaney Nîkos Kazantzakî)îman kird. Emeş buwe mayey xoşhalî hemû Girîtiyek.
Diyar bû amadekarî bo em çalakiye keltûriye be başî rêkxira bû û zorbey rojnamekanî Girît û Yonan basiyan lêwe kirdibû û be sedan kesî Yonanî û Girîtî lewê amade bûn her le nuwêneranî şarewanî Girît û nuwênerî komeley dostayetî Nîkos Kazantzakî û endam perlemananî ewê û serokî lîjney roşinbîrî Girît û zor le roşenbîran û kesayetiye diyarekanî em dûrgeye.
Bo êwarî paştir wek rêzlênanêk lem hewl û mandûbûney ême û wek behêzkirdinî pirdî dostayetî û roşinbîrî herdû netewey Kurd û Girîtî be giştî û Girîtî be taybetî, le holêkî gewre be amadebûnî sedan xêzanî Girîtî û kesayetî diyar û berçawî em dûrgeye ahengêkî mosîqa û goraniyan bo endamanî wefdeke saz kird û ta derenganêkî şew be goranî û mosîqa û helperkêyî Girîtî û Kurdî holeke lewperî germ û gurîda bû. Nêzîk nîwey şew wefdeke malawayî le Xanexuwê xwast û be papor berew Atîna kewtinewe rê.
Dr. Azad Heme Şerîf