Polîtîk

Barzanî gera xwe ya Ewropayê qut dike û vedigere Kurdistanê

Li gor wan zaniyariyên gehiştîne malpera Rojevakurd, biryare îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gera xwe ya bo hindek welatên Ewropayê qut bike û vegere herêma Kurdistanê.

Tê çaverêkirin ku Celal Talebanî serokomarê Îraqê jî vegere Hewlêrê û digel serok Barzanî li Selahedînê bicive.

Rewşa aloza herêma Kurdistanê û rewşa aloza Kerkûk û deverên din yên veqetandî dê mijarên serek yên civîna navbera serok Barzanî û serok Talebanî bin.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê roja 14ê vê mehê bi serdaneke fermî ber bi Ewropayê bi rê ket bû û roja sêşemiyê 22.02.2011 di çarçoveyê merasimeke bijart de li Roma ya paytexta welatê Îtalyayê bi amadebûna hejmarek ji senatorên hevpeymaniya Bakûrê Atlas, nûnerê serokê Îtalyayê madalyaya Atlantic pêkeşî serok Barzanî kir.

Back to top button