Civak

Hêvîdikim pêkvejiyan û lêborîn li Kurdistan kûrtir bibê û dawî bi êş û kêşeyan bê

 Serokê Kurdistanê cejna Qurbanî li Kurdistaniyan  û alema îslamî pîroz dike.Di vê derbarê de ji bo Raya Giştî daxuyaniyek ragihand.. Daxûyaniya serok Barzani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên xwe azadî û rûmeta welatê me parastiye. Pîrozbahiyê li birîndarên şerê dijî terorîstên Da’îş dikim û hêviya başbûn û aramiyê ji bo wan dixwazim.Her bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku li sengerê bergirîkirina li rûmeta gel û axa niştîmanin û destxweşiyê jî li hêzên asayîş dikim ku bi bê westan erkê parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane.Bi pêwîstî dizanim vê helkefta pîroz li Haciyên Kurdistan û rêbiwarên malê xweda pîroz bikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim hec û îbadeta wan qebûl bike.Hêvîdarim cejna pîroza Qurbanê bibê cihê nemana yekcarekî ya terorîstan û hizra tundrewiyê û hemû koçber bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û aştî û pêkvejiyan û lêborîn li Kurdistan û navçeyê de kûrtir bibê û dawî bi êş û kêşeyan bê.Spasî xweragirî û tehemula hemwelatiyan û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê dikim û li wê yekê bawerim xweragirî û berxwedana wan li beranber girift û kêşeyan encama xwe dibê û paşarojeke geş li benda gelê meye.Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazimMesûd Barzanî11.09.2016

Back to top button