CivakRojev

Hêvîdar in dengdan di keşeke aram de bidome

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî ku li navendeke dengdanê li Pîrmamê deng da, di konferanseke rojnamevanî de hêvî xwast ku proseya dengdanê bi keşeke ewle û aram de bidome.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî xwast jî, hemû welatiyên ku mafê wan ê dengdanê heye karibin deng bidin.

Îro 10ê Cotmeha 2021ê, dengdan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û ji demjimêr 07:00 sibehê ve navendên dengdanê di rûyê dengdêran de hatin vekirin.

Di proseya dengdana giştî a hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikaberiyê dikin.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetir ji 25 milyon kes dikarin deng bidin.

Di van hilbijartinan de, 789 kandîdên serbixwe, 109 partî û 21 hevpeymanî beşdar in.

Back to top button