PolîtîkRojev

YNKê rê daye PKKê bi agirê xwe Silêmaniyê jî bişewitîne

Parlementerê berê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Kurdistanê Mihemed Refet dibêje YNKê rê daye PKKê bi agirê xwe Silêmaniyê jî bişewitîne.

Balafirên şer ê bêfirokevan ê Tirkiyê êvara înê 08.10.2021ê li sînorî Qerehencîr, otomobîleke PKKê borrduman kirin û di encamê jî de 2 çekdarên PKKê hatibûn kuştin.

Parlementerê berê yê YNKê Mihemed Refet ji BasNewsê re axivî û got: ”YNK beyanameya çi derdixe? Di dema xwe de me gelekî caran got Kake PKKê nexin Silêmaniyê. Guh negirtin û hatin PKK kirin serkirde  û niha PKK bi agirê xwe Silêmaniyê jî dişewitîne. ‘’ 

Herwiha Mihemed Refet pirsên wiha jî kir: ‘’ Aya PKK li Pênciwên û Qerehencîr û li Şarbajarê çi dike? Eger mebesta wê ne ew be ku destê Tirkiyê bigire û Tirkiye bikişîne wan herêmên? Niha PKK li Silêmaniyê hesab ji bo PKKê nake. Divê daxuyaniyên YNKê li dijî PKKê bin lêbelê newêrin wî karî bikin.’’

Di berdewamiyê jî de Mihemed Refet da zanîn divê PKK vegera Bakurê Kurdistanê û dawî li bahaneyan bîne ji bo kuştina komên gêncên kurd.

Back to top button