Hevdîtinên serokê Kurdistanê li Amerîka berdewamin
Li ser vexwendina fermî ya serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA), Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Waşêngtonê kir.
Di çarçoveyê serdananxwe ya fermî a bo Dewletên yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) de, serok Barzanî li Qesra Spî serok Barak Obama û cîgirê wî Josef Biden re civiya.
Herwesa Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li baregayê wezareta derve ya DYA ê bi Hilary Clinton wezîra derve ya Amerîkayê re civiya. Serok Barzanî li Amerîkayê bi mezine berpirsên Qesra Spî û îdareya wê re hevdîtin pêkanîn.
Herweha her dû Senatorên Amerîkî jon MecCkin û Jizeph Liberman bi mebesta hevdîtin û civîneke taybetî pêşwaziya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kirine û piştî merasima pêşwaziyê her sê alî dest bi civînên xwe kirine.
Wêneyên serdana serok Mesûd Barzanî bo Amerîkayê li vir bibîne