Kultur

Galaya Kurdî îsal nayê kirin

Çar sala li ser hev galaya kurdî li Stockholmê ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat organîzekirin. Wê çalakiya kurda ku têd kurdê/a salê, dostê/a kurd ê salê û dostê/a kurd a xefîr, ji aliyê komîteyeke serbixwe ve, dihatin hilbijatin û xeklat kirin, di nav kurdan û swêdiyan de gelek deng dabû, bi taybetî dinav nifşê nû, xurt û gêncên kurd de gelek bi bilindî dihat nirxanidin. Êdî kurd hîn bibûn her sal li benda pêncşemiya heftiya dawiyê ji çileya paşîn diman ku beşdariyê di merasima galay kurdî de bikin.

Ala Riyanî kevne berpirsa peywendiya li nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a bakurê Ewropayê li ser galaya kurdî ji malpera me Rojevakurd.com ê re got:

     Galaya kurdî yek ji destpêşxeriyê bê hempa yên nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê bû, her bi tenê navê KURDGALA tiştekê yekane bû ku beriya niha ew li tu welatan nehat bû kirin. Bi rêya çalakiya galaya kurdî gelek kurd, kurdên biserketî û xwedî rol û berhem di civaka swêdî de, xebatên wan hatin bilind kirin û diyar kirin. Galaya kurdî bibû alavekeû sedemek ku gelek kurd, bi taybetê gênc, xwe biwestînin û xebatên xwe çirtir bikin daku bişên bibin kurdê/a salê yan dostê/a kurd

Birêya galaya kurdî hersa me nîşa mêvanê xwe yên swêdî ku gelek ji wan wezîr, sefîr serokê partiya, siyasetvan, nivîskar û rewûenbîr bû ku gelê kurd tevî hemû  êş ûazarênm xwe û dîroka xwe ya tarî, gelê kurd çandeke zengîn û kevnar jî heye.

Tiştekî din ku gelek ji xwendekarên kurd li Swêdê yê balkêş bûm ew bu ku di galaya kurdî, ew xwendekarên li qonaxa lîsê û zanîngehê, her kesê/a baştirîm lêkolîn li ser aliyekê jiyana gelê kurd nivîsîba dihat xelat kirin û vê yekê germaiyeke baş di nav xwendekarên kurd de çêkiri bû.

Çima galaya kurdî îsal nehat kirin, Ala Riyanî got:

      Galaya kurdî ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a bakurê Ewrpoayê ve dihat amade kirin. Piştî guhetinên hikûmeta herêma Kurdistanê îêbûyîn, gereke nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li derve, li hemû welatan, dê jinûve bên rêxstin. Ofîsa nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê hat girtin, her ji ber vê yekê galaya kurdî nayê kirin.

Herwesa melpera Rojevakurd dîtinên çend xwendekar û gêncên kurd li dor galaya kurdî pirsîn û wan bi vî awayî bersiv da:

Delal Apak dibêje:

       Mirov gelek xemgîn dibe ku îsal gala kurî nayê kirin, ew weke tradisonekê lê hat bû, em her sal li benda wê bûn û gelek ya dilxwşker bû. Gala kurdî çalakiyek pir xweş bû û di wê minasebetê de mirovî dikarî kesên ji hemû meqeman bibîne û têkeliyê pê re dirust bike. Ez hêvîdarim ku kesek yan hindek kes di paşerojê de bi çalakiyeke wisa rabin, lê bi konsepteke berfirehtir.

 

Osin Bakircioglu dibêje:

      Cara yekê beriya du salan ez hatim vexwandin bo galaya kurdî û ez di merasîmê de beşdar bûm, bi rastî ew cara pêşiyê bû ez wisa xelkê baş biniyasim û toreke kontakta çê bikim di nav bizava civakiya kurdî de li Swêdê. Di galaya kurdî de ew şanas ji mirovî re çêdibû ku mirov bi kesên xwedî postên bilind re rû bi rû minaqeşe bike û têkeliyan pê re deyne.

Mirov xeyalşikestî dibe dem dibîne îsal galaya kurdî nabe, lê ez hêvêdarim ku di paşerojê de ew tardisyon û çalakiya jêhatî bê nû kirin.

Perin Celen dibêje:

      Helbet mirov hest bi nexweşiyeke gelek mezin dike ku îsal galaya kurdî nayê kirin. Me gelek kurd û dostên kurd yên çalak û zîrek xwedî afrandin hene. Galaya kurdî delîveke gelek baş bû ku wan kurdên di civaka swêdî de çalak û xwedî rol û herêwesa dostên kurda diyar bike û xelat bike. Galaya kurdî forumek gelek baş bû bo diruskirina pirekê di navbera kurd û swêdiyan de û çêkirina toreke têkeliyan.

Hiva Bilek dibêje:

      Tişteke gelek nexweş û xemgîne ku îsal galaya kurdî nayê organîszekirin, ew delîveke gelek baş bû ku kurd û dostên kurd di wê maresîmê de digihan hev û her sal bo salê têkelî di navbera wan de xurtir û berfirehtir dibûn. Di çalakiya galaya kurdî her carê mirovî kesne xwedî şiyan û qabilyetên di warên cihê de; atlet, musîkvan, komediyen, siyatmedar û gelekên din diditîn. Herwesa ew merasim delîveke baş bû bo bilindkirina rola kesan weke şexis û yan weke rêxistin yên ku çalak û xwedî berhemên baş di civaka Swêdê de. Hêviya min ewe ku ew çalakî careke din li swêdê bê kirin.

Back to top button