Barzanî: Divê mafên kurdan bêne dayîn
Washington – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, divê mafên kurdên ku di her deverê de dijîn bêne dayîn. Barzanî got, divê êdî kurd jî êdî dev ji rêbazên çekdarî û tundî berdin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di roja sêyem a gera DYA’yê de, li saziya ramanê yê Amerîkayê Brookings Enstîtu yê beşdarî civîna binavê “Semînera Dahatiya Iraqê û Hilbijartinên Nêzîk” bû. Medya û aliyên siyasî eleqeyek mezin nîşanî civîna duhî dan û moderatoriya semînerê ji hêla Dîrektorê Navenda Lêkolînên Rojhilatanavîn ê Saban û pîsporê Rojhilatanavîn Kenneth Pollack ve hate kirin.
Pollack civînê vekir û di axaftina xwe de derheqê Mesûd Barzanî de hin agahî dan. Pollack got, di welêt de hemû rê, ber bi “ji aktorên herî girîng ê Iraqê” Mesûd Barzanî ve diçin.
Barzani ABD4Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got, Makezagona Iraqê bo çareserkirina kêşeyên Iraqê kilîlek herî baş e. Barzanî got, hevdîtinên ku bi Serokê DYA’yê Barack Obama, Arîkarê Serok Joe Biden û Wezîra Karên Derve Hillary Clinton re kirine, di warê rêzgirtina hemberî Makezagona Iraqê de ew bibiryar dîtine.
– Ji Kerkûkê tawîz tune ye
Serok Barzanî dubare kir ku, Kerkûk, di warê dîrokî, kulturî û erdnîgarî de parçeyek erdnîgariya Kurdistanê ye û di vê warî de tawîz nadin. Barzanî got, Makezagona Iraqê û benda 140 bo çareserkirina kêşeya Kerkûkê çareseriyek herî baş e û lêgerînên derveyî vê tu encam nagrin û ew jî piştgiriyê nadin hewldanên wisa.
Barzani ABD7Barzanî got, hemû kurd di pêwendiyên bi hikûmeta navendiya Iraqê de dê yek deng bin û wiha domand:
“Bi lîsteyek hevpar ketina hilbijartinan û di bin yek siyasetek neteweyî kombûn tiştên cûda ne. Di hilbijartinên berê de jî kurd bi Lîstiya Kurdistanî û Yekitiya Îslam bi du lîsteyan beşdarbûn. Li gel vê jî li hemberî siyaseta hikûmeta navendiya Iraqê em bûn yek deng û yek beden. Ev yek di demên pêş me de jî dê bidome.”
– Kurdên Tirkiyeyê û “vebûn”
Li ser pirsa, li Tirkiyeyê girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û derbarî mafên kurdên wê derê çi difikre jî Barzanî got, biryara girtinê nerast e û antîdemokratîk e. Barzanî got divê gelê kurd jî piştgiriyê bide xebatên “vebûnê” yên Hikûmeta AK Partî.
Serok Barzanî got, ew di wê baweriyê de ne ku, divê mafê kurdên ku hemû deveran de dijîn bêne dayîn û divê êdî ji rêbazên çekdarî û tundiyê dev bête berdan.
Li ser pirsa, di operasyonên Tirkiye yên hemberî PKK’ê de helwesta wan dê çibe jî Barzanî got, bi rêbazên leşkerî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û ew piştgiriyê nadin operasyonek wiha.
(AKnews)