Cîhan

Daxûyaniyek ji PEN a Swêdê

PEN-a Swêdê, mîna PEN-a navneteweyî dixwaze balê bikişîne ser girtina nivîskar, endamê PEN-ê û aktîvîstê mafên mirovan Muharrem Erbey ku ji Noela 2009an de bêyî ku were mehkemekirin di girtîgehê de ye. Bi Erbey re tibabek siyasetvanên kurd jî hatine girtin ku piraniya wan bi pêwendiya digel rêxistina qedexekirî PKK tên sûcdarkirin. Bêguman mirov dikare bi rehetî bibêje ku gelek ji wan ji bo parastina mafên gelê kurd hatine girtin; bo nimûne ji bo bidestxistina mafên  xwendin û nivîsandina zimanê kurdî.

Muharrem Erbey bi salan e mîna avûkat xebitiye û serokê komeleya mafên mirovan (IHD) ya şaxê Diyarbekirê ye. Ew bi taybetî li ser parastina mafên kurdan radiweste, nivîskarê du kitêbên kurteçîrokan e û amadekarê antolojiyeke çîrokên kurd-tirkî ye. Herweha wî di derheqê kurdên ku di van bîst salên dawiyê de winda bûne de jî lêkolîn kirine. Gava di meha çileya pêşîn (decemberê) de Erbey hat girtin, polîsan dest danîn ser hemû materyalên Komeleya Mafên Mirovan (şaxê Diyarbekirê) ên li ser kuştiyên kujerên wan ne diyar û mirovên windabûyî.

Ya ku bi taybetî endîşedêr e ew e ku piraniya nirxandinên bêalî li Tirkiyê dibêjin ku sedema girtina Erbey ew e ku ew li parlamentoyên Ewrûpayê li ser rewşa kurdan peyivî ye. Di meha cotmehê (2009) de Erbey parlamentoya Swêdê jî ziyaret kiribû. Ya ku PEN-a Swêdê nerehet dike bêdengî û sersariya çapemeniya dinyayê û ya Swêdê ya li hemberî girtina avûkatekî sereke yê parastina mafên mirovan e ku ev zêdeyî mehekê ye bêyî ku derkeve mehkemê girtî ye. Bêguman e ku em wek takekes li ser rewşa Erbey radiwestin, lê em dixwazin balê bikişînin ser şert û mercên bingehîn ên xebatên demokratîk li welatekî ku dikare di demeke kurt de bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê.


 

Ji bo têkîlî û agahdariyên zêdetir:

Ola Larsmo, serokê PEN-a Swêdê [email protected]

Azar Mahaloujian, seroka Komîteya Nivîskarên Girtî [email protected]

Firat Cewerî, serokê Komîteya Nivîskarên Sirgûnê [email protected]

Back to top button