Pişgiriya Amerîka ji bo kurdan berdewame
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Christopher Hill derbarê sozên ku Amerîkayê vê dawiyê daye kurdan û beyanameya ku Koşka Spî maweyek berê li ser piştgiriya serkirdayetiya kurd û doza kurd belav kir de di daxuyaniyeke taybet de mesajên girîng dan PUKmedia’yê û got:”
“Em lêdixebitin ku ew sozên ku me daye kurdan bi cih bînin û arîşeyên navçeyên nakokbar û madeya 140ê hel bikin. Bêguman ev jî siyaseta neguher ya Amerîkayê ye,dewleta Amerîkayê jib o çareserkirina arîşeyan tiştê ku ji destê wî tê dike.
Maweyek berê em digel nûneriya bilinda UN’ê civiyan û me li ser wan meseleyan gotûbêj kir û em hevraman bûn ku divê ev arîşe bên helkirin lê wek diyar e meseleya navçeyên nakokbar dem û hewlên cidî divê. Çareserkirina van arîşeyan hewlên zêdetir divê lê me hemû karên xwe ji vî karî re terxan nekiriye çimkî nuha li pêş me hilbijartin heye, nuha em wek Amerîka zêdetir bi vê hilbijartinê mijûl in daku bi rêkûpêkî bê pêkanîn.
Em dostên xwe yên li Kurdistanê piştrast dikin ku Amerîka hertim lêdixebite arîşeyên kurdan yên digel hikûmeta navend çareser bike. Ji bo Amerîkayê statûya kurdan girîng e , gelê kurd yekek e ji hevpeymanên bihêz yên Amerîkayê. Nimûne jî serdana nuha ya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye ku wek serokê herêmek digel berpirsên mezin ên Amerîkayê dicive.
Kurdan gelek gavên girîng avêtine û hêviya me ewe ku dê gavên baştir biavêje.”
(PUK Media)