Cîhan

Hevdîtina Ebdulmehdî û Erdogan

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser vexwandina serokkomarê Tirkiye serdana Enqere kir. Ebdulmehdî ji aliyê Erdogan ve bi rewrismek dewletî hate pêşwazî kirin.

Piştî hevdîtina Erdoan û Ebdulmehdî konferansek rojnemevanî hate çêkirin.
Erdogan û Ebdulmehdî behsa pêwendiyên Iraqê  û Tirkiye kirin û bersiva pirsên rojnemevana dan.

Erdogan da xûyakirin ku, Tirkiye dixwaze bazirganiya di navbera herdu welatan de heyî zêdetir bikin û daxwaz kir ku bila boriya ji Kerkû tê Tirkiye cardin bê çêkirin da ku petrola Kerkukê rasterast bighe Tirkiye.
Ji aliyek din Erdogan da xûyakirin ku herdu aliyan li ser pêkanina peymanek leşkerî û ewlehîyê li hev kirine.

Serokwezîrê Iraqê jî da xûyakirin ku, ew dikarin destbidin hev û gavên ku ji berjewendiyên herdu welatan re û berjewendiya herêmê re be bi hevre bavêjin. Ebdulmehdî di axavtina xwe de got: Em du miletên birane, Tirkiye demên tenk de arikariya Iraqê kiriye em vê ji bîr nakin. Em amadene ku di hemû warî de li gel Tirkiye bi rêbikevin.

 

Back to top button