Civak

Besê nebin bela serê başûrê Kurdistanê

Encama êrîşên Tirkiye li devera Mergesora Kurdistana Başûr gundiyek jiyana xwe ji dest da. Ew gundî ji bo giya biçine li deverê bû.

Li gor nûçeya BasNewsê, duh li çiyayê Botîn li kêleka gundê Pêndro li nahiya Şêrwan Mezin ya Mêrgesorê, welatiyê bi navê Lazim Elî Fiqo di encama êrişa firokeyên şer yên Tirkiyê de canê xwe ji dest da.

Termê wî welatiyê Başûrî, ku bo komkirina pincar çûbû wê deverê, îro danê sibê hat dîtin.
Lazim Elî Fiqo xelkê gundê Pêndro yê devera Barzan bû.

Ev ne cara yekem e ku hemwelatiyên baûrê Kurdistanê dibin qurbaniya şerê navbera hêzên ewlehiya Tirkiye û çekdarên PKKê. PKK bi zanebûn berê berê Artêşa Tirkiye dide başûrê Kurdistanê da ku xaka azad têkbide û bibe sedemek ji bo ji bo têkçûyînê.

Ji xwe tu armanca vî şerê qirêj tuneye. Ev şer ji bo mayina PKK û herweha ji bo berdewamiya desthilata hukumeta Tirkiye bûye egerek . Ji bo vê yekê jî hemwelatiî dibin qurbanî.

Eger di rastiyê de armancek ya PKK li Tirkiye şerê dewletê bike, nabe provakasyona bike û berê dewleta Tirk bide başûrê Kurdistanê. Divê li bakurû Kurdistanê , Tirkiye şerê xwe bikin. Îro li başûrê Kurdistanê gelek gund di bin desthilatiya PKKê de ye. Ka gelo du mal jî li bakur di bin desthilatiya çekdarên PKKê de heye? Ev yek bi serê xwe armanca herdu aliyên şer dide xûyakirin.

Back to top button