Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrolê amade ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna hukumetê de li ser danûstandinên destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê axivî.
Mesrûr Barzanît ekez kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilat û mafên destûrî de amade ye ku di demeke kurt de dest bi hinartina petrolê bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya, di civînê de Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî jî amade bû.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, rojeva yekem a civînê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrên pêwendîdar li ser encamên civînên 13 Çiriya Paşînê yên bi şandeya Îraqî ya bi serokatiya Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxanî re Encûmena Wezîran agahdar kir.
Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya rêzgirtina desthilat û mafên destûrî de di demeke kurt de hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike.