Cîhan

Netenyahu bi tundî bersiva Erdogan da

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di axavtineka Xwe de Îsrail wek ”Dewletek Terorist” bi nav kir. Li ser vê yekê, 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî bersiva daxuyaniya Recep Tayyîp Erdogan da.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, Netanyahu got ku Erdogan “Îsraîl weke dewleteke terorîst bi nav kir, lê piştgirî da çalakiyên terorîstî yên Hemasê” û wiha pê de çû: “Wî gundên Tirkiyeyê yên di nava sînorên Tirkiyeyê de bombebaran kir. “Em weazên wî qebûl nakin.

Wezareta Derve ya Tirkiye li dijî daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên der barê Erdogan de daxuyanî da û got, “Rayedarên Îsraîlî yên ku bi zilm û qetlîamên ku li gelê Filistînê kirine, ketine rûpelên tarî yên dîrokê, mafê wan nîne ku qala huquqê bikin.”

Erdogan di civîna koma Partiya Xwe ya di parlementoyê de axivî û gotibû”Ez bi rihetî dibêjim Îsraîl dewleteke terorîst e.” Erdogan xîtabî Netanyahu kir û got, “Çawa ku hûn dixwazin bombeyên nukleerî hebin, dawiya we tê. “Hûn diçin,”

Back to top button