Her gava tavêje ji bo Kurdistanê nefes e..!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanek fermî çû Enqere û li gel wezîrê derve yê Tirkiye Hakan fîdan û herweha li gel Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan civiya.
Hurgûliyên vê civînê di medyayê de hatin ragihandin. Hat xûyakirin ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinan de ji bo aştiya herêmê û pêwendiyên du alî û parastina xaka Kurdistanê wek hercarê helwestek bi istikrar daye xûyakirin.
Piraniya aliyên siyasî ev serdana hane gelek bi girîngî nirxandin. Lê mixabin hêja hinek paşmayên PKKê yên ku bi dehê salane tenê ji bo berjewendiyên xwe di nav PKKê de ne û dijminatiya Kurd û Kurdistanê erka wan ya herî girînge, ev serdana mijûyî rexne kirin û wek caran gotinên ne di rêde bi karanîn. Rastî wek mîsala ` Karwan dibûre se direye` kesek wan cidî nagire heta pêwistbê dîtin bersiveka wan bide. Lê mixabin wek ku dehê salan kirin hêja mecale dibinin jehra xwe di nav kurdan de belav dikin. Lê dê dawiyê de ew di nava jehra ku belav dikin de bixeniqin.
Di medya civakî de hinek bermayên siyaseta qirêj behsa serdana Tirkiye dikin û rexna li serokê Herêma Kurdistanê dikin. Lê ewên xwe bi temamî radestî dewletê kirîn û herdemî wek sîxûrekî dewleta kûr kar kirin niha vê serdanê rexne bikin yan jî li gora mejiyê xwe serokê Herêma Kurdistanê tawanbar bikin, bivê nevê bersivekî heq dikin.
Îro Rojhilata Navîn dikele, her welat hewldide berjewendiyên xwe biparêze û bi awayekî vî agirî ji xwe dûr bêxe. Kurdistan wek gelek deman qonaxek hesas de derbas dibe. Pêwistî diplomasiyek gelek bi hêz heye ku, xaka azad bê parastin û tu agir pênekevin. Eva ku îro serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike eve.
Tê zanîn ku Nêçîrvan Barzanî endezyarek yê pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê destpêkiriye. Ev pêvajo ji bo başûrê Kurdistanê jî gelek girînge. Fesih kirina PKKê û devjêberdana çekan çewe ku li bakur astenga herî mezin di rêya tevgera azadixwaz a Kurdistanê de ji holê radike di heman demî de tehdîtek mezin li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî berteraf dike. Ev yek baş tê zanîn .
Herweha ev pêvajo ji bo berjewendiyên rojavayê Kurdistanê jî gelekî girînge û rêya ku kurd mafên xwe destve bîne vedike. Dema ku, ewên Barzanî ji bo serdana Enqere rexne dikin, dibêjin bila bê qeyd û şert HSD xwe radestî Şamê bikin. Nêçîrvan Barzanî gelek vekirî ji serokê Sûrî Ahmet Şara re gotiğe:` Bizanin li Suriye merkeziyet ne mimkine , eger ev yek bibe dê wek berdewamiya rejima bere be`
Gelo helwesta Nêçîrvan Barzanî ya Kurdistanî, ji bo çi evkas van bazirganên siyasî aciz dike?
Her gava ku di navxwe de û derve Nêçîrvan Barzanî tavê je ji bo berjewendiyên destxistina mafên rewa yê Kurdane û ji bo parastina xaka azad a Kurdistanê ye.
10.10.2025
Rênîn/Şirove


