Cîhan

Her êrîşek li dijê Suriye li dijê Îranê ye

 

Elî Ekber Welayetî yê ku  şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Ayetulah Elî Xameney e, daxuyaniyeke xeternak da û hem jî zirteke mezin kir, dinyayê tev tehdîd kir û got: Êrîşek ji derve gava here ser Sûriyê, em wê êrîşî herwekî hatibe ser Îranê dihesibînin û em ê bi hêzeke pir xurt jî bersiv bidin.

Bi vê daxuyaniya hanê, careke din dupat hate peyitandin ku rejîma Îranê amad ye ku bi her awayî destek bide rejîma Sûriyeya ku hemwelatiyên xwe dikuje.  Lê belê ev daxuyanî pir balkêş e ku ev e cara ewil e Îran bi awayî wisa eşkere û gelek jî hişk dipeyive û piştgiriya xwe bo Sûriyê eşkere dike.

Elî Ekber Welayetî yê ku mezhebê dewleta wî Şîa ye û jixwe Pêxemberê Xwedê Mihemed Mistefa napejirîne jî, li gor daxuyaniya Ajansa Mehrê, weha gotiye: Li Sûriyê pêvajoya bipêşketina Îslamê pir zêde bûye, ev jî li hesabê hin dewletên mason û materyalist nayê. Ji ber hindê dixwazin bi êrîşkirina bi navê Sûriyê, ola Îslamê bifetisînin û Xaçparêztiyê geş bikin.

 

Rojeva Kurd

Back to top button