19 hezar polis diçin Kurdistanê
Bi fermannayekê 19 hezar polîsên ku li Stenbolê kar dikin hatin xeberdarkirin ku dê ew herin xizmeta Bakûrê Kurdistanê bikin.
Midûrê Giştî yê Emniyeta Tirkiyê fermannameyekê hinart bo Midûrê Emniyeta Stenbolê û got ku wê di demeke nêz de 19 hezar polîs ji Stenbolê herin Rojhilatê bo xizmeta mecbûrî ya herêmê. Di nava van polîsan de 70 midûr, 350 amirê emnî û serqomse jî hene.
Di fermannameyê de ji polîsan hatiye xwestin ku kîjan polîs, kîjan parêzgeha Kurdistanê dixwaze, yan hinekên ku dixwazin li Stenbolê bimînin divê mazereta xwe bidin xuyakirin.
Karê hinartina polîsan di navbera Yekê Adar û Yekê Hezîranê de kuta bibe.
Hêjaye bê gotin ku sala bihurî jî 18 hezar polîs ji Stenbolê hinartibûn Bakûrê Kurdistanê. Lê dihate gotin ku piraniya wan polîsan nêzê cemaeta Fethulah Gulen bûne.
Rojeva Kurd