Helwetsa YE di derbarê referandumê de şêloye

Wezîrên derve yên endamê welatên Yekitiya Ewropa li Brukselê civiyan.Her di vê civînêde li ser babetê referanduma  Kurdistana Başûr jî hate rawestandin.Piştî civînê axûyaniyek hate belav kirin. Di vê daxûyaniyê de YE helwesta xwe di derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de dike.YE dibêje: divê aliyên iraqî xwe ji hewlên yek alî dûr bêxin û babetên heyî bi rêyên du alî û gotûbêja li ser bingeha cîbicîkirina tevahiya destûra Iraqê çareser bikin.Berdewamiya daxûyaniyê de behsa parastina yekitiya axa Iraqê tê kirin û dibêje: Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, hemahengiya xwe ya ewlehiyê û serkevtî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de zêdetir bikin. Herwiha dest bi gotûbêjên avaker bikin li ser hemû mijarên siyasî û aborî, di nava wan de jî deverên ku nakokî li ser hene.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: