Civak

Helwesta serokwezîr li ser alaya Kurdistanê li Kerkûkê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê li ser saziyên fermiyên hikûmetê, pîrozbahiyê li walî, civata wîlayetê û hemû pêkhateyên wîlayeta Kekûkê dike û dibêje ku bilindkirina alaya Kurdistanê pêkvejiyanê û beşdarîkirina hemû pêkhateyan di rêvebirina bajêr de di parêze û bihêztir dike.Ev li jêr teksta peyama serowkezîr:Birêzan: Walî û civata wîlayetê û hemû pêkhateyên wîlayeta KerkûkêBi minasibeta pesindkirina biryara bilindkirina alaya Kurdistanê li ser saziyên hikûmetê li wîlayeta Kerkûkê, tenişt alaya Îraqa Federal, ez pîrozbahiyê li we dikim û ez di wê baweriyê de me ku ew biryar dê canê parastina pêkvejiyanê û zêdetir berfirehkirina hevbeşîkirina henû pêkhateyan di îdarekirina wîlayeta Kerkûkê de bihêztir bike.Aliyên baladestên hikûmeta Îraqê, bi dirêjahiya14 salan, pirsa Kerkûkê û deverên madeya 140 a destûra Îraqê, ji bona armancên siyasî û nedirustbûna aramiyê bi hilawîstî û bê çareserî hiştine, û ev ji bona wê yekê bo ku pirsa çarenivîsa wan deveran bê çareserî bimîne, lê bi jîriya serokatiya siyasiya Kurdistanê aramiya wê hertim parastî bûye, ev jî ji bona wê yekê bo ku alozî di navbera pêkhateyên wîlayeta Kerkûkê de çê nebin.Serokatiya siyasiya Kurdistanê li ser dema opozisyon bûnê û dema nivîsîna destûra Îraqê jî de, bi şihadeta hemû aliyan, ka çend bergirî ji mafên kurdan dikr ew qas bergirî ji mafên hemû pêkhateyên din yên Kerkûkê kiriye.Di hemna demê de, piştî jinvabirina rijêma Basê, hertim xelkê Kerkûkê di destê terorîstan de bi tenê hiştine, pêşmerge û hêzên emnî yên Kurdistanê Kerkûk ji êrîşên terorîstan parastiye, bi taybetî eîrşên DAÎŞê di sala 2014ê de.Şikestin û paşdevekişîna arteşa Îraqê ji Kerkûk û derdûra wê gelek ji şikestin û paşdevekişîna arteşa Îraqê ji Mûslê lezgîntir bû, lê di hewarçûna demildest a pêşmergeyê Kurdistanê û brgiriya hêzên emnî, xelkê Kerkûkê ji êrîşên DAÎŞê hat parastin û bi dehan hezaran koçberên bajarên din yên naverasta Îraqê û saziyên hikûmetî li wê wîlayetê, bê cudahî ji aliyê pêşmerge ve û li jêr alaya Kurdistanê hatin parastin.Di derdûreke teje milmilanê a bi wî awayî li Îraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya wîlayeta Kerkûkê, mînakek bilind a pêkvejiyanê û dûrxistina deverê ji pevçûn û şerê tayîfî, nîşan daye.Em di wê baweriyê de ne ku piştî wê biryara fermê û adil ya civata wîlayeta Kerkûkê, pêngavên berfirehbûna hevbeşîkirina hemû pêkhateyan di îdarekirina Kerkûkê de bihêztir dibin û em hemû aliyan dilrehet dikin ku pêkvejiyana bi aşitî, bi hev re û wekehev, pirensîpek kûr e di baweriya hemû xelkê Kurdistanê de.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê29.03.2017

Back to top button