Asayişa Kerkûkê dibêje, yên ku îro li Kerkûkê xwepêşandan li dijî ala Kurdistanê kirin, nûneratiya pêkhateya Turkmanî nakin û her kes û aliyek aloziyan li nava Kerkûkê derxîne dê lêkolîn ligel wê bê kirin, ji ber ku ev biryara komîteya emnî ya parêzgeha Kerkûkê ye.Rêveberê Asayişa Kerkûkê Lîwa Helo Necat ji malpera KDP.info re ragihand: “Bereya Turkmanî xwepêşandanek li pêşiya parêzgeha Kerkûkê û bê molet jî lidar xist. Nêzîkî 200 kesî anîbûn ser cadeyê û alozî li wir derxistine. Hêzên ewlehiyê tundî li hemberî wan bikar neanîne.”


