Polîtîk

Berpirsek û 10 çekdarên PKKê xwe radestî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kirin

Li gora hinek zanyariyên taybet duh li sinorê Amediyê 11 çekdarên PKKê  xwe radestî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Li gora agahdariyan kesek ji wan çekdaran endamê konseya PKKê ye û gelekî nêzikê Cemil Bayik e.Di vê derbarê de cîgirê serokê lijneya asayîş û encûmena xwecihî li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rojane li sînorê parêzgeha Duhokê çekdarên PKKê têne herêma Kurdistanê û xwe radestî hêzên ewlehiyê dikin, PKK heta naha li ser siyaseta xelet birêve diçe û ev yek bûye sedem ku bakûrê Kurdistanê jî rastî wêran kirinê bê.’’Berdewamiya axvtina xwe de Herki got: ‘’Ew xebateke dervey Kurdistanê birêve dibin, ev yek jî bûye sedem ku xelk li gel wan nemîne. Rojane gelek kes peyvendî li gel saziyên ewlehiyên Kurdistanê pêktînin û dev ji lPKKê berdidin. Ew bûne yek ji makîneyên herî mezin ê dijî serxwebûna Kurdistanê, vê yekê jî hestên endamên PKKê êşandiye û ji ber vê jî dev ji PKKê berdidin.’’Nazim Herkî dibêje, belge hene ku PKK bûye sedemê kuştina ciwanan û gelek dosya jî di dest me de hene ku PKKê xelk teror kiriye, xelkê sivîl ku xwastine biçin nav sînorên xwe bi rêya PKKê ve hatine kuştin.Berî niha bi sedan çekdarên PKKê li sînorê Şingalê xwe radestî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiribûn û ji aliyê Pêşmergeyan ve karûbarên wan hatibûn birêve birin.

Back to top button