Serokatiya Kurdistanê: Bilindkirina alaya Kurdistanê pirsek qanûnî û normal e
Serokatiya Kurdistanê di daxuyanieke nivîskî de helwesta xwe li ser biryara civata wîlayeta Kerkûkê a bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê diyar dike û dibêje ku, ka çawa hebûna alaya Îraqê li Kerkûkê tşteke qanûnî û normal e, herwesa bilindkirina alaya Kurdistanê jî qanûmî ye:- Bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî qanûnî û normal e û ne pirseke nû ye, her weke çawa bilindkirina alya Îraqê jî li Kerkûkê pirsek qanûnî û normal e. Piştî jinavbirina rijêma berê di sala 2003ê de û bi taybetî piştî hatina DAÎŞê, alaya Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her wê alayê jî Kerkûk ji gef û êrîşên terorîstan parastîye.Serokatiya Kurdistanê dibêje ku, pêwîst nake ve pirs gelek bê mezin kirin û bibe mijra minaqeşeyan û jihevdûrketina pêkhate û aliyan û çênabe tu alî pirsa bilindkirina laya Kurdistanê li Kerkûkê ji bo armancên xwe yên siyasî bikarbîne:- Ka çawa ala û pêşmergeyê Kurdistanê Kerkûk parastiye, divê wisa çanda pêkvejiyan, biratî û wekheviyê jî di navbera hemû pêkhateytên Kerkûkê de bê kûrtirkirin û parastin.