Nivîsar

Helwest û dîlên siyaseta PKKê…

Di bûyeran de ya herî girîng helweste. Bûyerên civakî de û her weha yên siyasî de jî herî insanên bi rûmet ewin ku li himber bûyerekî dibe xwedî helwest. Dema bûyerek rûdide, herkesek yan jî aliyek siyasî li gora dîtina xwe vê bûyerê dinirxîne û dibe xwedî helwest. Hinek insan hene jî li benda bûyerane van bûyeran ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dikin firsendek û hinek merazên xwe pêktînin.

Wek tê zanîn dema PKKê li başûrê Kurdistanê li cih û warê Pêşmergeyan de êrîşê Pêşmergeyan kir û 5 pêşmerge şehîd kirin û hinek jî birîndar kirin, cardin PKKê ji bo vê şermiya xwe winda bike dest propagandeyek bi derewan kir. Behsa aşitiyê kir, cardin behsa şerê birakujiyê kir û behsa yekitiya netewî kir.

Kurt kurmancî, PKK dîn dijminê aşitiyê ye û jiyana xwe ya siyasî de li gel aliyên Kurda xwe nêzikî aşitiyê nekiriye, eger di hinek qonaxan de li gel hinek aliyan lihevhatinek kiribe ev demikî bûye û tektîkî ev yek kiriye.

Şerê birakujiyê di felsefa PKKê de heye. Roja hati damezirandin heta wek îro dest şerê aliyên din yên Kurdistanî kiriye. Li bakur bê îstisna şerê hemû partî û rêxistina kiriye û destê wan di xwîna dehan ciwanên Kurdistanê de heye. Li başûr şerê tevgera azadixwaz a başûrê Kurdistanê kiriye. Li rojhilatê Kurdistanê di bin siha îstixbarata Îranê de bi dehan kurdên niştiman perwer şehid kirine, li rojavayê Kurdistanê em hemû dibînin rojane çi dikin, kuştin û girtin û îşkence kirina Kurda wek karekî xwe dikin. Ya ji hemûyê girîngtirîn PKKê van rêveberan bi hezara ciwanên kurd ku ji eviniya welatparêziyê tevlî PKKê bûyîn Kuştine. Bi gotina Abdullah Ocalan 15 hezar kes di nava PKKê de hatine înfaz kirin. Lê xelkek di nava PKKê de kêmasi behsa kuştina 5-6 hezar kesa dikin. Di tovê PKKê ji bo kuştina Kurda hatiye reşandin.

PKK di jiyana xwe ya siyasî de tişta ku herî jê dûr Yekitiya Netewiye. Her dema ku derfeta yekitiyek Netewî derdikeve holê PKK ji bo nav bibe û hewldana beravêtî bike behsa Yekitiya Netewî dike. Gelo partiyek ku xwe netewî nebine, ne li ser xetek netewî siyasetê bike, dê çewe behsa Yekitiyek Netewî bike? PKK gelek vekirî henekê xwe li vî miletî dike. Lê dixweyê heta radeyekî bê helwestî bi xwe bûye sedem ku PKK van xirabiya berdewam dike.

PKK bi propagandeya aşitiyê û dijderketina şerê birakujiyê, organizeyek kir û di vê çerçoveyê de, di serî de Şivan Perwer û hinek kesên ku xwe hunermend dibînin derketin piyasê. Li Ewropa derketin ser kanalên televizyone û behsa tiştên xweyalî kirin. Li dijê PDKê rasterast helwestek danîn. Hatin başûrê Kurdistanê heman helwesta xwe berdewam kirin, lê vê carê devê xwe guhertin. Ev ecûbeya hûnermenda li himber kiryarên rojavayê Kurdistanê deng ji xwe dernanîn. Li himber kuştina ciwanek kurd , bê tawan bi hovane tiştek negotin.

Hatin başûrê Kurdistanê û serdan hinek dezgehên mayda PDKê kirin. Mirov gelekî merek dike gelo berpirsên van dezgehên ku pêşwaziya wan kirîn , ji wan pirsîn ku, hun çima ji bo zelelkirina qetilkirina Emin Îsa tevnagerin? Gelo we şehidkirina 5 pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve şermezar kir yan na? Berpirsên van dezgehên medya ku Şivan û çend kesên pêre serana wan kirîn gerek derkevin ser kanalên xwe û behsa hevdîtina xwe bikin. Lê mixabin wan jî bi têla Şivan û hevalên wî dan. Gerek demildest em kes ji dev karên xwe berdin û ji raya giştî ya Kurdistanê , ji malbatên pêşmergeyên ku PKKê şehid kirin û ji malbata Emin Îsa doza lêbûrinê bikin.

Bê guman gelek tiş hene ku mirov di vê derbarê de dikare behsê bike. Lê bawerim ku tişta ku niha di vê nivîsê de hatî gotin bes e. Ji ber ku yên nexwazin tê bighin bi hezar rûpel jî bêne nivîsandin tênagihin.

Yê dizanê j xwe ne hevceyê gotinê ye……….

Herî dawî mirov dikare bêje ku, nebin dîlê berjewendiyên xwe, nebin leyiztika siyaseta PKKê, kurdbin niştimanperwerbin.. Kêmasî li keda xwe bi xwe xwedî derkevin.

3.7.2021

Analîz/N.Firat

Back to top button