
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê, Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Kurdî peyamek belav kir.
Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: Di van 7 rojên dawî de, bi hevkarên xwe re li Iraq û Sûrîyê 9 operesyonan li dijî DAIŞê pêk anî û nehişt 7 terorîstên DAIŞê kiryarên terorî li hember gelê Iraq û Sûrîyê bikin. Di têkbirina #DAIŞê de ji hejmara jêrin alîkarîya me bikin: +9647512451273 (Iraq) #SDF


