CivakRojev

Di derbarê kuştina Îsa de daxwaza lêkolînekî hate kirin

Li ser kuştin û îddîayên îşkencekirina Emîn Îsa Emîn, daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî hat kirin.

Partiya Pêşverû û 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan, ji bo kuştin û îşkencekirina Emîn Îsa de, daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî kirin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê diyar kir, ji bo ku rastî were eşkerekirin, divê komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bê alî, ji kesên pispor were pêkanîn û rastiyê ji raya giştî re eşkere bike.

Polîtbîroya Partiya Pêşverû da zanîn, Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rêveberiya Xweser di ber ewlekarî û parastina welatiyan de berpirsiyar e û dibêje, ku “ew karê hatiye kirin, li dijî hemû buhayên mirovî û civakî ye.”

Partiya Pêşverû destnîşan kir, ji ber ku rastî ne hatiye zelalkirin, divê komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bê alî were pêkanîn û encamîn lêkolînên xwe li ser wî “karê şermezar” rabigihîne.

Herwiha 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan jî derbarê bûyerê de daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî kirin.

12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de eşkere kirin: “Rêveberiya Xweser di ber mirina Emîn Îsa Emîn de berpirsiyar e, ji ber ku ew desthilatdar e û berpirsiyariya selametiya xelkê, di stûyê wê de ye.”

Ew 12 rêxistin, daxwaza avakirina komîteyeke serbixwe û bê alî dikin ku nûnerên rêxistinên mafên mirovan jî di nav de hebin û ji nû ve lêkolînê li ser termê Emîn Îsa bikin û encaman ji raya giştî re rabigihînin.

Di nava wan 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan de, Navenda Dadê ya Mafên Mirovan, Desteya Yasayî ya Kurd, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê û Saziya Êzdîna jî hene.

Back to top button